WAN – Li navçeya Bêgirê ya Wanê ji 36 kesên hatibûn binçavkirin 5 kes hatin girtin û 31 kes jî di çarçoveya serbestiya bi kontrol de hatin berdan.
Li navçeya Bêgirê ya Wanê 3 roj berê di serdegirtina mal û kargehan de 36 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên 36 kesan li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû sewqî edliyê hatin kirin. Di nav de ku rêveberê rêxistina HDP’a navçeya Bêgirê Cesîm Ak, Endamên Meclîsa Şaredariyê Şeref Alim, Mehmet Kuşçu û Mustafa Şeref û Îdrîs Çolak jî hene hatin girtin. 31 kesên din di çarçoveya serbestiya bi kontrol de hatin berdan.