COLEMÊRG - Welatiyên gundên Elverê û Peîlavê bertek nîşanî perwerdehiya polîsan a li gundê wan tê dîtin dan. Welatiyan diyar kirin ku polîsên li ser navê perwerdehiyê derdorê gulebaran dikin jiyana wan dixe talûkeyê.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê nokteya kontrolê ya polîsan a li ser rêya Gever û Şemzînanê hatiye avakirin gefê li jiyana welatiyên gundên derdorê dixwe. Polîsên li nokteyê nobetê digirin, li ser navê perwerdehiyê her roj bi çekan girê derdorê gulebaran dikin. Gundên Elverê û Peîlav her doj dibin hedefa gulebarana polîsan. Gundê Elverê ku nifûsa wî 748 kes û gundê Peîlav ku nifûsa wî 749 kesin, di bin gulebarana polîsan de ne. Polîsên ku li der û dora gundan perwerde dibin, ketober guleyan li der û dorê direşînin. Gundiyan bertek nîşanî vê helwesta polîsan dan û xwestin ku êdî polîs bes li gundê wan perwerde bibin. Welatiyan, diyar kirin ku ji ber guleyan û gaza îsotê ew nikarin ji mala xwe derkevin û nikarin sewalên xwe bibin çêrê. Gundiyan, destnîşan kirin ku salek e di bin guleyên polîsan û gaza îsotê ya polisan de dijîn. Welatiyan anîn ziman ku jiyana wan di bin talûkeyê de ye.
NIKARIN DERKEVIN NAVA ZEVIYÊN XWE
Gundî Şukru Oner diyar kir ku ji ber gulebarandinê welatî bi talûkeya kuştinê re rû bi rû ne û wiha got: "Gaza îsotê û guleyan davêjin derdora gund. Carna ji ber gaza îsotê em nikarin derkevin derve. Derdora gund kirine qada perwerdehiya xwe. Qada ku welatî diçin lê bêhna xwe didin hatiye dagirtin. Em nikarin herin derdora gundê xwe. Em di gund û mala xwe de hatine hepiskirin."
Oner, destnişan kir ku wan ji bo dawî li vê rewşê bînin serî li dozger û qeymeqamiyê dane, lê tu encam negirtine û wiha axivî: "Dema ku buhar tê em nikarin sewalên xwe bibin zozanan. Rêya zozanan hatiye girtin. Nahêlin em herin zozanên xwe. Gundê me debara xwe bi sewalkarî û çotkariyê dikin. Lê ji ber gulebarana polisan em nikarin biçin nava zeviyên xwe."
DER Û DORA GUND TEV ŞEWITANDIN
Gundî Şukriye Oner jî balkişand ser talûkeya li ser wan û wiha got: "Ji ber gulebarandinê carna şewat derdikeve. Çend caran gund ji şewitandinê bi zorî xelas bû. Derdora gund tev şewitandin. Me îsal ji ber gulebaran wan nekarîbû giha ji nava zeviyên xwe kom bikin. Em nikarin biçin nava zeviyên xwe. Ji ber gulebaranê zarokên me ditirsin. Li cîhanê tiştekî wisa tune. Gundê me kirine qada perwerdehiyê. Ger ku mirovan dikujin dibêjin 'Qeza'. "
MA / Fethî Balaman