MÊRSÎN – Di doza Ozgecan Arslanê de, Dadgeha Bilind biryara “Wesayîtên gihaniya giştî, di nav qadên cemaweriyê de cih nagirin” dabû. Parêzer Sebahat Gençtarîh, got ku ew ê vê biryara Dadgeha Bilind ji bo temyîzê bişînin.
Di doza Ozgecan Arslan ku di 11’ê Sibata 2015’an de li Mêrsînê bi êrîşeke zayendî re rû bi rû mabû û paşê hatibû kuştin de, Daîreya Ceza ya 1’emîn a Dadgeha Bilind cezayê muebeta giran ku li Ahmet Suphî Altindoken ê di girtîgehê de hat kuştin, bavê wî Necmettîn Altindoken û hevalê wî Fatîh Gokçe yê alîkariya wî kiribû hatibû birîn tesdîq kir. Lê belê, dadgehê 24 salên ku ji ber tawanbariya “êrîşa zayendî” li Gokçe hatibû birîn jî xera kiribû.
'EM Ê BIRYARÊ JI BO TEMYÎZÊ BIŞÎNIN’
Piştî Dadgeha Bilind darazname xera kir, ji kujeran Fatîh Gokçek di 29’ê Îlonê de dîsa hat darizandin. Dadgeha Bilind 24 sal cezayê ku li Gokçe hatibû birîn, bi hinceta “kêmaniya delîlan” xera kiribû. Gokçe di 29’ê Îlonê de derket pêşberî dadwer û dadgeha herêmî diyar kir ku cezayê bi tawanbariya “êrîşa zayendî” hatiye birîn di cih de ye. Lê belê, Dadgeha Bilind jî biryara ku wesayîta gihaniyê ya ku Gokçe bi kar dianî di nav qadên cemaweriyê de nayê hesibandin da. Ji ber vê yekê 22 sal û 6 meh ceza li Gokçe hat birîn.
Biryara ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Tarsûsê ve hat dayîn, hinceta wê hat daxuyandin. Yek ji parêzerên Aslanê Sebahat Gençtarîh, diyar kir ku dadgeha herêmî li gor biryara daraznameyê ya Dadgeha Bilind tev geriyaye û ew ê biryara ku wesayîtên gihaniya giştî di nav ên qadên cemaweriyê de nayên hesibandin bişînin temyîzê. Gençtarîh got ku xerakirina daraznameyê ya ji aliye Dadgeha Bilind ve, tiştekî nehewcedar bû û wiha got: “Dadgeha Bilind li ser beyanên Suphî Altindoken tev geriyaye û biryara divê mînîbus wek dibistan, nexweşxaneyan di nav qadên cemaweriyê de neyên hesibandin daye û biryar xera kiriye. Lê belê, Dadgeha Bilind di tu dosyeyê de li gor rêgeza ‘bersûc dikare ji gumanê sûdê wergire’ tev negeriyaye, lê belê di vê dosyeyê de li gor vê rêgezê tev geriyaye.”
Gençtarîh, diyar kir ku wesayîtên gihaniya giştî ne wesyaîtên “qada cemaweriyê” yên hewcedar in û wiha got: “Her kes li wesayîtên gihaniya giştî siwar dibin û li gor texsiyên bazirganiyî ewletir in, yanî wisa tê zanîn. Ji ber vê em ê dîsa îtirazî vê biryarê bikin.”
Her wiha Gençtarîh bang li hemû jinan kir da di 25’ê Mijdarê de li dijî şideta li hemberî jinê dakevin qadan û bi awayekî hevpar bitêkoşin.