Kav: Cînayetên jinan ji sedî 30 ‘kiryar nediyar’ in

  • jin
  • 09:38 16 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL – Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Gulsum Kav, diyar kir ku ne cezakirina bersûcan ji bo şideta li dijî jinê nêvengekê amade dike û wiha got: “OHAL cinayetên jinan ên ‘kiryar nediyar’ zêde kirin. Ji sedî 30’yê cinayetên jinan cinayetên ‘kiryar nediyar’ in.” 

Li gor daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin; di sala 2012’an de 210, di 2013’an de 234, di 2014’an de 294, di 2015’an de 303 û 2016’an de jî 328 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û di 10 mehên 2017’an de jî 339 jin hatine kuştin. Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Gulsum Kav, sedemên zêdebûna cinayetên jinan nirxandin û got ku sedema zêdebûna cinayetan qanûnên ku li hemberî jinan derdixin bi xwe ne. 
 
‘NESEPANDINA PEYMANA STENBOLÊ CINAYETAN ZÊDE DIKE’ 
 
Kav, da zanîn ku ji bo di sala 2011’an de der barê jinan de hin qanûn hatin çêkirin û qanûna parastinê hat sepandin hejmara cinayetan kêm bûye, lê belê paşê ji ber ku ev qanûn nehatin sepandin her ku çû hejmar zêdetir bû. Kav, dest nîşan kir ku di Gulana 2011’an de Tirkiyeyê Peymana Stenbolê ku peymaneke Konseya Ewropayê ye îmze kiriye, lê belê Tirkiye bereksê madeyên vê peymanê tev geriyaye û ev yek bûye sedem ku cinayetên jinan zêdetir bibin. 
 
Kav, got ku li Tirkiyeyê ji destpêkê ve li hemberî cinayetên jinan tevdîr nehatine girtin û wiha got: “Em platform dibêjin ku bila dawî ‘li bêcezatiya ji bo cinayetan û daxistina cezayan’ bê. Heke em cinayetan asteng bikin û awayên şidetê bi awayekî tund bên cezakirin, wê encam derkevin holê. Dozên ku em wan dişopînin, nêviyên wan di warê ceza de tên daxistin û nêviyê din jî nayên daxistin.”  Kav got ku di cinayetan de dema bersûc nayên cezakirin, ev yek dibe sedema çêbûna nêvengeke şidetê. 
 
‘SEDEMA DIN JÎ OHAL E’
 
Kav, diyar kir ku sedemeke din ku dibe sedema zêdebûna cinayetên jinan jî Rewşa Awarte (OHAL) ye. Kav got ku bi OHAL’ê re binpêkirina mafan wek tiştekî normal be tê nîşandan û ev yek dibe sedema ku jin bi îşkenceyê tên kuştin. Kav, dest nîşan kir ku her wiha OHAL cinayetên jinan ên “kiryar nediyar” zêde kirine. Kav got ku ji sedî 30’yê cinayetên jinan cinayetên “kiryar nediyar” in. Her wiha Kav got ku di Cotmeha 2017’an de 40 jin hatine kuştin. Kav diyar kir ku di salên dawî de wan hejmareke wisa nedîtiye û sedema zêdebûna cinayetên jinan ên di meha Cotmehê de wiha got: “Berpirsiyarên vê kesên ku qanûna miftîtiyê anîne û amdekirine û ferzî civakê dikin bi xwe ne.” 
 
Kav, anî ziman ku di lêkolîneke Hacettepe û Wezareta Malbatan de di sala 2014’an de li Tirkiyeyê hejmareke zêde ya jinan bi şidetê re rû bi rû maye. Kav ev tişt gotin: “Ji vana tenê ji sedî 11 ji bo mafên xwe yên huqûqî serlêdanê pêk tînin. Ji sedî 90 jê jî ji bo parastinê serî li qereqol û meqamên edlî didin. Lê belê rayedarên dewletê wan dişînin malên wan. Tenê ji bo rêjeyeke ji sedî 20 kirarî hatine destpêkirin. Ji sedî 80’yê wan şandine malê. Ev daneyên dewletê ne. Jin nayên parastin. Jixwe divê yên bên ber deriyê te tu wan biparêzî, lê rêjeyeke zêde ya jinan jî heye ku şidetê dibîne û dengê xwe nake. Divê dewlet ji bo parastina wan jî li riyekê bigere. Ya ku divê em bikin, em şideta li hemberî jinê daxînin sifirê. Divê em vê yekê di gotinê de nehêlin, bikin. Şideta li hemberî jinê ne afeteke xwezayî ye. Helbet çareya wê heye. Welatên din çawa çareser kirine, em jî dikarin çareser bikin.”
 
Herî dawî Kav bang li hemû jinan kir ku doza mafên xwe bikin. 
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

17/11/2017
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2017'AN
16/11/2017
19:02 Ahmet Kaya li Parîsê hat bibîranîn
18:03 Selîm Sadak hat binçavkirin
17:58 705 car e daxwaza hevdîtinê ya ji bo Ocalan tê redkirin
17:57 Şervanên HSD'ê nêzî sînorê Iraqê bûne
16:53 Beştaş: Ocalan rêber û muxatab e
16:28 TSK û Cehpet El Nusra êrîşî Efrînê dike
16:15 Li xeta sînor pevçûn: 2 leşker mirin û leşkerek birîndar bû
16:05 Li Egeyê di mehekê de 3 hezar û 99 binpêkirinên mafan qewimîn
15:37 HDP: Gelê Sûrê dê di şertên zivistanê de çi bikin?
15:30 AYM’ê serlêdana Wekîla HDP’ê Yildirim red kir
15:18 Li Kolana Yukselê 6 kes hatin binçavkirin
15:02 Walî 30 herêmên Dersimê li welatiyan qedexe kir
14:43 'Sîxûrî qebûl nekir hat binçavkirin'
14:42 Rojnameger Guleş nayê dermankirin
14:33 Dewlet mikur hat: Îstîxbarata Îngîlîstanê jî hat Îmraliyê
14:19 Turfent cara 4'emîn derdikeve dadgehê
13:04 Parêzerên Ocalan cara 705’an serî li dozgeriyê dan
12:53 Xizmên girtiyan: Girtiyan teşwîkî cînayetê dikin
12:51 Civaka Sinûnê êdî xwedî meclis e
12:10 Bêyî ku birîna wî baş bibe şandin girtîgehê
12:09 Çima nûçeyên çapemeniya kurd wekî nûçeyên xwe nîşan didin?
11:50 Di dîmenan de jî diyar e alîkariyê nadin birîndaran
11:49 5 siyasetmedar li Bêgirê hatin girtin
11:48 Li gundên Farqînê qedexeya derve hat îlankirin
11:15 Perwerdehiya polîsan jiyana gundiyan dixe talûkeyê
10:48 Hevşaredara Qelqeliyê Bagci hat berdan
10:45 Dêra Germûşê li ber rûxandinê ye!
09:59 Hempîşeyên Kozagaçli: Dixwazin muxalîfan bê parêzer bihêlin
09:43 Wê dosyeya doza Ozgecan Aslanê bişînin temyîzê
09:38 Kav: Cînayetên jinan ji sedî 30 ‘kiryar nediyar’ in
09:36 Leşkerê berê: Wê berpirsiyarên tecrîdê bên darizandin
09:35 Hevseroka KCD’ê Guven hat berdan
09:28 Paylan: Butçeya herî bê edalet e
09:28 Jiyana zindîwerên li dora gola wanê di talûkê de ne
09:27 Sinhetê bav û kalan didomîne
09:17 Zextên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Têkoşîna li dijî OHAL’ê zêde dibe: Demokrasî nanê karkeran e
09:15 Her kes ji şebekeya heşîşê haydar e lê kes deng nake
09:14 Ji bo debarê karê herî zehmet dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2017'AN
15/11/2017
18:18 HDP'ê Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn
17:18 HDP: Bila cihê gora Seyîd Riza, Seîdê Nûrsî û Şêx Seîd bê lêkolînkirin
17:11 Dozger: Ne şewat e, tetbîkat e
17:05 Karkerê ji kar avêtin 3 roj e di greva birçîbûnê de ye
16:49 Biryara bê erkdariyê dan doza 10 wekilên HDP'ê
16:46 Qeyûmê avahiya Van TV kir navenda çandê
16:22 'Li dijî kincên yek rengî’ belavok belav kirin
15:51 Malbata Turan: Bila polîs bê cezakirin
15:27 Ehliyeta cezayê zilamê Okutgen kuşt derket holê
15:26 Parlamenter Yildirim hem tahliye bû û hem jî nebû
15:10 Doza Kûrsa Quranê ya 6 zarok têde mirin: Berpirsyar qaymeqaym û muftî ne
15:08 Platforma Tenduristiyê banga piştgiriya mexdûrên erdhejê kir
15:01 Banga hestiyariyê ji bo girtîgeha Xerpetê
14:57 Girtîgeha Xerpêtê şewitî: Gelek ambulans çûn girtîgehê
14:46 Karkerên taşeron li ber wezaretê çalakî pêk anîn
14:43 Roja Nivîskarên Girtî: Bi piştevaniyê pirsgirêk çareser dibin
14:29 Yuksedag banga piştgiriya mexdûrên erdhejê kir
14:26 Li Yukselê mudaxile 5 binçav kirin
13:53 Ji kolanên Helebê ber bi kolanên Sûrê ve
13:26 Wezaretê: Gava Gulmen ji ser hişê xwe çû em ê mudaxile bikin
13:07 Li Wanê 11 kes hatin binçavkirin
12:58 Antropolog Ozbudun: Erdogan hewl dide zuriyetê tune bike
12:48 Rastiya pişt perdeya niqaşên ‘valakirina Reqqa'
12:44 HDP: Dê têkoşîna Seyîd Riza bidome
12:12 'Ev doz doza hemû zarokan e'
12:03 Rêjeya bêkariya ciwanan ji sedî 20'an derbas kir
11:59 Îran rê li pêş alîkariya mexdûrên erdhejê digire
11:54 Di operasyona li Zêdkanê de leşkerek mir
11:32 Esed birayarê xwe Mahir ji erka wî dûr xist
11:31 Gelo fermana operasyonên li dijî HDP'ê walî dide?
11:12 DAIŞ'ê bi teslîmkirinina El Bukmalê korîdora Tahran-Lubnanê vekiriye
11:08 Hevseroka HDP'a Esenler: Kirin hedef û êrîş kirin
10:42 Hevşaredara Qelqeliyê Bagci hat binçavkirin
10:40 Berî 27'ê Mijdarê nepeniya Zarrab
10:39 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re 704 care tê astengkirin
10:38 Di 42 salan de kasetên 200 dengbêjan tomar kir
10:37 Di 75 rojan de 150 caran binçav kirin
10:13 27 salên bi têkoşîn ên Kovara Ozgur Halkê
10:05 Avahiyên TOKÎ li ser cenazeyan ava dikin: Di salekê de 26 cenaze derxistin
09:36 Dîmenên ku polîs di komkujiya Enqereyê de pêl perçeyên mirovan dikin derket
09:35 Ji bo dîktatoran xetereya mezin: Jin, azadî û têkoşîn
09:34 Rewşa kar baş dibe, lê kesekî bixebite tune ye
09:32 Buhayên sotemeniyê pişta wan şikand
09:31 'Tecrîda li Îmraliyê zirarê dide yekîtiya civakê'
09:30 Çareseriya Erdogan: Esad ango Sûriyeya demokratik?
09:29 Ji bo ava paqij û bê pere ‘Civakên Hêşîn’
09:28 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaleteke çawa ye?
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2017'AN
14/11/2017
21:03 Şanoger Elma hat binçavkirin
20:09 Li Îzmîrê 8 kes hatin girtin
16:35 HDP’ê serlêdana namzetiya Irmak kir
16:24 Li Hezexê dîwarên hewşê malan tên xerakirin
16:23 DMME’yê ji AKP'ê wext da
15:52 Di înşaeta TOKÎ de 2 cenaze hatin dîtin
15:43 HDP'iyan êrîşa navçeya Esenlerê şermezar kirin
15:41 6 kes li Amed, Riha û Edîrneyê hatin binçavkirin
15:19 Guven: Çareserî hevditina bi Ocalan re ye
15:08 Li Tendurek amadekariya operasyonê
14:56 HDP û DBP'ê greva birçîbûnê ya Edeneyê bi dawî kir