ENDENE - Li Girtîgeha Tîpa T a Dînarê, li girtiyan ferz dikim ku di sermaya serê sibê de derkevin hewşê û hêjmar bidin. Girtiyên ev pêkanîn qebûl nekirin rastî lêdana gardiyanan hatin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Dînar a Afyonê, rayedarên girtîgehê li girtiyan ferz dikin ku di sermaya serê sibê de derkevin hewşê û hêjmar bidin. Girtiyên ev pêkanîn qebûl nekirin, gardiyanan ew derp kirin. Bav Abidîn Eye yê ku hefteya bûrî çû hevdîtina vekirî ya kurê xwe Bawer Eye, diyar kir ku kurê wî jê re got berî hemû hevdîtinan çend rojan bi hincetên cûda êrîşî wan dikin.
'HÊJMARA DERVE FERZÎ ME DIKIN'
Bav Eye, da zanîn ku tiştên li girtîgehê tên jiyîn provokasyon in û wiha axivî: “Gardiyan bi hincetên ‘hûn şaş dimeşin, hûn berê xwe nadin cihê rast’ êrîşî girtiyan dikin. Kurê min got gardiyanên girtîgehê hatine guhertin. Ev gardiyanên nû ne. Nêzîkatî û helwestên wan naşibin ên girdiyanan, hêzên taybetin. Di hevdîtina vekirî de nava me de digerin û guh didin axaftin û mêzeyî devê me dikin. Niha jî girtiyan di sermaya serê sibê de ji odeyan derdixin û hêjmar dayîna di hewşê de li ser wan ferz dikin. Ji ber girtiyan ev pêkanîn qebûl nekirin, gardiyanan êrîş wan kirin.”
'DI HEMÛ ŞERT Û MERCÎ DE EM Ê TÊBIKOŞIN'
Eye, anî ziman ku derbarê mijarê de serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Stenbolê dane û wiha got: “Em dixwazin êrîş û îşkenceyên li ser girtiyan bi dawî bibin. Girtî dinava cezayan de, ceza dijîn. Gardiyanên dibin navê lêgerînê ser qawîşan de digirin, cih û nivînên girtiyan parçe, parçe dikin.”
Bav Eye, got ku ew ê di bin her şert û mercî de xwedî li zarokên xwe derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo derûniya malbatan xera bikin êrîş dikin. Çi dibe bila bibe em ê xwedî zarokên xwe der bikevin û ji bo îşkence bi dawî bibin em ê têbikoşin.”