ÎZMÎR – Li Basmaneyê ya Îzmirê li ber çavê her kesî heşîş tê firotin lê her kes çavê xwe jêre digire. Bi taybetî li 5 kuçeyan bi dehan dezgehên heşîşê hene. Di hin kuçeyan de kokaîna bi hin madeyên kîmyawî hatiye strîn û wekî "dezgehê kevir" tê gotin, di kuçeyek din de "dezgehê gîhayê krîstal" ku wekî heb tê dîtin, di kuçeyêyek dîtir de jî "dezgehên bonz" hene. Lê her kes vê dizane û çavê xwe jêre digire.
Li semta Basmaneyê ya navçeya Konaka Îzmîrê, li ber çavên her kesî heşîş tê firotin. Li ve semtê nêzî 40 hezar mirovî dijî, ew qas jî penamer hene. Semta Basmaneyê her dem bûye warê hin kesên hatine û çûne û di nav herîkîna dîrokê de her dem bûye navnîşana serlêdanan. Li vê herêmê heşîş firoş cirîd davêjin, lê kes li dijî van heşîş firoşan dengê xwe dernaxe û çavê xwe ji vê rezaletê re digire. Li vê semtê her dem polîsên sivîl û fermî dewriyeyê digerînin, lê rihetiya heşîş firoşên li vir balê dikişîne.
Kesên ji bo heşîşê bistînin tên semtê, ew jî ew qas rihet in ji kêfa wan re gotin tune. Lê li hemberî vê kesên biyanî dema dikevin semtê, xwe ji Lêkolîna Zanyariya Giştî (GBT) ya Polîsan rizgar nakin. Pirsa polîsan a destpêkê "Tu li vir çi digerî?" Heke nasekî we li wir tune be, pirs li ser pirsan tê pirsîn. Çavkaniya me ya ku ji berê de ji her tiştî hayadar e, bersiva "Em ji komeleya penaberan tên" û berdewam dike. Bêguman bi vê bersivê re şêniyên li herêmê jî xwedî derdikevin. Dema rewş ev be, lêpirsîna GBT'ê jî zêde dewam nake.
Dema hûn dikevin semtê li kuçeyan tevgera jin û zarokan tê dîtin, hema piştê re dezgehên heşîşê derdikeve pêşberî me. Heşîşên li ser dezgehan tên firotin, li gorî beşên wan nav lê hatine kirin. Tenê li 5 kuçeyên semtê de bi dehan dezgehên heşîşê tên dîtin û li kuçeyan kirîn û firotina heşîşê gelekî zêde ye. Di her kuçeyan de kokaîna ku bi madeyên kîmyawî hatine strîn û navên wekî "dezgehê kevir", "dezgehê gîhayê krîstal" û "dezgehên bonz" li wan hatine kirin tên dîtin. Firoşkarê li ser dezgehan re sekinîne li herême navê "Tavşan" (Kirvûşk) lê hatye kirin. Dîsa di kuçeyeke din de dezgehê bi navê "dezgehê kevir" hatiye danîn û jina bi navê "Abla" (xwûşka mezin) lê hatiye kirin.
‘POLÎSÊN KIRÎNERÊN DEZGAHAN!’
Çavkaniya me ya ku der barê dezgehan de agahiyan dide, aşkera kir ku di navbera dezgehan de kirîn û xebitandina heşîşê qedexe ye. Çavkanî da zanîn ku kirînerê her dezgehê diyar e, kesên heşîşê difroşin, herî zêde dixwazin heşîşa bi navê bonzayî bifiroşin, sedema wê jî wiha vegotin: "Hateya wê kêm e. Her wiha gelekî bi xwe ve girêdide, firotina madeyên din jî kêm dike û hateya wê ya kar gelekî zêde ye." Çavkaniya me piştrast kir ku haya her kesî ji firotina heşîşê heye, ji xwe polîs jî çavê xwe ji vê yekê re digirin. Çavkaniya me aşkera kir ku çend kes heşîşê tînin herêmê, tê gotin ku depoya herî mezin a heşîşê di destê kesê bi navê T. de ye.
‘BÊN GIRTIN JÎ FIROTIN DEWAM DIKE’
Şêniyên herêmê jî anîn ziman ku heşîş bi awayekî vekirî tê firotin. Welatiyan da zanîn ku kes dengê xwe ji firotina heşîşê re dernaxe û diyar kirin ku polîs jî van desan dide xebatê. Şêniyên herêmê operasyona li dijî firoşkarên heşîşê jî bi bîr xist, kesên tên girtin jî herî zêde 3 mehan di girtîgehê de tên girtin, piştî derdikevin dîsa tên ser karên xwe, heke bên girtin jî dezgehê wan dîsa dixebite.
‘TU BINVÎSÎ DÊ ÇI BIBE?’
Di dewama gerê de rawestgeha me ya din mala K. a li semta din e. K. destnîşan kir ku tenê heşîş nayê firotin û wiha got: "Tu binvîsî dê çi bibe. Tu ji xwe re li macerayan digerî. Tişte bi van nayê. Dê dîsa bela bi ser te de bên."
‘LI BASMANEYÊ HER KES JI HER TIŞTÎ AGAHDAR E’
K. aşkera kir ku tu dikarî bi hemû firoşkaran re hevdîtinê bikî, dê hemû jî biaxivin lê dê tu gişt neguhere. K. anî ziman ku heke operasyonek li dijî firoşkaran pêk bê jî dê tiştek neguhere, li Basmaneyê her kes ji her tiştî agahdar e û ev wekî polîtîkayeke taybet a dewletê pênase kir. K. da zanîn ku li gel bazirganiya heşîşê, bazirganiya mirov û çekan jî tê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi hinceta 'Dê di sekvaniyê de bê xebitandin' tenê demançeyên bêdeng nayên dîtin."
MA / Ahmet Kanbal