ENQERE – HDP'ê bal kişand ser pêşengên gelê kurd ên wekî Seyîd Riza, Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Şêx Seîd û xwest meclis ji bo cihê gora wan tespît bike, lêkolînê bide destpêkirin.
Serokwekîlên Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û Fîlîz Kerestecîoglu, ji bo cihê gora Seyîd Riza, Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Şêx Seîd bê diyarkirin, ji Serokê Meclisê xwest der barê gora wan de lêkolînê bide destpêkirin û di vê çarçoveyê de pêşnûmeya lêkolînê pêşkêş kir.
GORISTAN DÎROKÎ NE
Di hinceta pêşnûmeyê de, der barê girîngiya goristanan a di Îslamê, cîhan û dîrokê de ev agahî hat dayîn: "Goristan di dîroka mirovahiyê de û civakan de beyî ku qutbûn bê çêkirin xwedî bîrhatineke bê dawî ne û nekanên bîranînê ne. Divê li gorî wê cihê wanê girîng bê parastin."
‘POLÎTÎKAYA BÊ GORISTANÊ ÎFLAS KIR’
Wekî hincet ev tişt hat nîşandan: "Ji sedsala 20'an heta niha gelek bûyerên goristanan li Tirkiyeyê derketin holê û ev polîtîkaya bê goirstanî êdî îflas kiriye. Ji van goristanan hin ji wan gorên Seîd Riza, Şêx Seîd, Seîdê Nûrsî (Kurdî) û hevalên wî ne." HDP'ê xwest cihê gora van kesayetên girîng ji gel neyên veşartin û ji bo lêkolînê pêşniyar kir ku Serokê Meclisê lêkolînekê bide destpêkirin.