XERPÊT - Li Kampusa Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê ji ber pêtên agir û dûxan bilind bû û ambulans çûn girtîgehê tirsek zêde çêbû. Dozgerê girtîgehê têkildarî bûyerê diyar kir ku tatbîqatek heye.
Li Girtîgehên Tîpên T û E ya Xerpetê, şewat û dûxan bilind bû û piştî pêtên agir bilind bûn gelek ambulans û agirkuj çûn kampusa girtîgehê. Ji ber vê yekê tirs çêbû. Malbatên çûbûn hevdîtinê gotin li girtîgehê şewat çêbû. Piştî demekê hat fêrbûn ku ne şewat e tatbîkat e. Piştî agahiya şewata li girtîgehê belav bû, parêzer û rêveberiyên Baroya Amedê bi rayedarên girtîgehê re ketin têkiliyê. Dozger girtîgehê agahî da rêveberên baroyê û diyar kir ku ji ber tatbîqatê liv û tevgera di kampusê de çêbûye.