ÎZMÎR – Karkerê bi navê Mahîr Kiliç ji 271 karkerên ji karê xwe yê ÎZENERJÎ'yê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê hatiye avîtin e. Kiliç 3 roj e ji bo vegere karê xwe li ber avahiya şaredariyê di greva birçîbûnê de ye.
271 karkerên ji bo kadrotiyê doz li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê vekirin, ji kar hatin avêtin. Karkerên di şirketên ÎZULAŞ, ÎZELMAN, ÎZENERJÎ û Grand Plazayê ya aydê Şaredariya Bajarê Mezin de dixebitîn, piştî demekê navber dan çalakiya xwe, Mahîr Kiliç (35) ê di ÎZENERJÎ'yê de dixebite li ber avahiya xizmetê dest bi greva birçîbûnê kir. Kiliç ê bi hinceta "bê hilberîn û kêmasiya performansê" ji kar hat avêtin, 3 roj e ji bo vegere karê xwe di greva birçîbûnê de ye. Kiçiç aşkera kir ku ew dixwaze vegere karê xwe.
Kiliç da zanîn ku ji sala 2010'an vir ve di şirketa ÎZENERJÎ'yê de dixebite û dixwaze ji nûve dest bi karê xwe bike. Ji hêla din ve dowîzên Kiliç ji bo çalakiya xwe amade kiribûn jî polîsan desteser kir.