WAN - Van TV ku bi biryara KHK’ê hat girtin û qeyûme dest danî ser avahiya wê, bi tevlîbûna Wezîra Karê Mal û Civakê Betul Sayan Kaya veguherandin navenda çandê. Kaya di vekirina navendê de axivî û û behsa maf, hiqûq û edaletê kir.
Van TV ku bi KHK’ê hat girtin û Qeyûmê Şaredariya Ertemîtê avahiya wê dagir kir, veguheradan navenda çandê. Wezîra Karê Mal û Civakê Betul Sayan Kaya beşdarî vekirina avahiya hatî dagirkirin bû û beyî ku dagirkeriya avahiyê di xema wê de be, behsa maf, hiqûq û edaletê kir.
HEMÛ MALZEMEYÊN TV FIROTIN
Piştî KHK’ê Van Tv girt û qeyûm avahiya wê dagir kir hemû xebatkarên wê bê kar man. Di heman Fonê Sîgorteya Mevduatên Tasarruf (TMSF) jî hemû malzemeyên TV firotin.