COLEMÊRG - Malbata Seyfullah Turan ê di sala 2009'an de rastî êrîşa tîmên taybet hatibû, biryara AYM'ê ya der barê polîs de têr nedît û xwest polîs bê cezakirin. Seyfûllah Turan jî diyar kir ku polîs bi armanca wî bikuje lê daye.
Dadgeha Qanûna Bîngehîn (AYM), der barê polîsê tîmê taybet ê di 23'ê Nîsana 2009'an de li Colemêrgê îşkence li zarokê 14 salî Seyfullah Turan kir de biryara dadgeha herêmî red kir. AYM'ê biryar da ku polîs Bahadır Turan ne îşkence û muameleya xerab, "Îhala Mafê Jiyanê" pêk anîye û 6 meh û 7 roj cezayê li polîs hatiye birîn kêm dît. AYM'ê biryar da ku Polîs Turan ji nûve bê darizandin. Heyeta dadgehê der barê doza Turan ku li Dadgeha Asliye Ceza ya Isparta te dîtin de biryar da ku ji nûve bê darizandin û dosya dîsa şand Dadgeha Îspartayê.
Parêzerê Turan Fahri Timur, diyar kir ku AYM jî wekî wan difikire û wiha got: "Doza ku divê li Colemêrgê bê dîtin bi sedema ewlehiyê li Îsparta tê dîtin. Me jî parast ku ev ne sûcê îşkence û muameleya xerab e. Me parast ku ev sûcê kuştina bi zanebûn e. Lê Dadgeha Asliye Ceza ya Îsparta xelat da polîs û tenê 6 meh û 7 roj ceza birî. Biryara AYM'ê hêj negihiştiye destê me. Lê bi qasî di çapemeniyê de hat weşandin AYM’ê jî wekî me biryar daye."
MALBAT: EM VÊ BIRYARÊ TÊR NABÎNIN
Bavê Seyfûllah Mehmet Turan jî anî ziman ku ew biryara dadgehê têr nabînin û wiha got: "Em dê dozê heta dawî bişopînin. Wî polîsî xwest kurê min qetil bike. Di dîmenan de jî xuya dike piştî lê da wî wisa dihêle û diçe. Polîsê din jî piştî tê kurê min kontrol dike diçe wî pîroz dike. Ez biryara AYM’ê kêm dibînim. Ez dixwazim ew polîs bê cezakirin. Heta dawiyê ez dê dozê bişopînim. Kurê min ji wê rojê heta niha tê dermankirin. Hêj nikare li ser aliyê ku darbe lê kediye razê. Hêj çavê wî diwerime. Serê wî diêşe. Hêj tê dermankirin. "
'POLÎS XWEST MIN BIKUJE'
Mexdûrê bûyerê Seyfullah Turan jî anî ziman ku polîs bi armanca wî bikuje li wî da û wiha got: "Rewşa min her diçe xerab dibe. Ez xwe pir bê hêz dibînim. Ez bi şev nikarim razêm. Wî wolîsî xwest min bikuje û bi wê armancê li min da.