ENQERE - Wezîrê Tenduristiyê Ahmet Demîrcan, diyar kir ku 5 bijîşkên pîspor rewşa Nuriye Gulmen dişopîn in, lê dermankirinê qebûl nake û wiha got: "Ger ji ser hişê xwe biçe dê mudaxile bikin."
Di Komîsyona Butçe ya Planên Wezareta Tenduristiyê de, rewşa tenduristiya Nuriye Gulmen û Semîh Ozalça ku 252 rojin di greva birçîbûnê dene hat rojevê. Li ser pirsên endamên komîsyonê Wezîrê Tenduristiyê Ahmet Demîrcan axivî û wiha got: “Heyetek ji 5 bijîşkên pispor pêk tê, her roj hevdîtin bi Nuriye re dikin. Lê bi tu awayî tedawiyê qebûl nake.” Demîrcan, li ser bertekan diyar kir ku ger ji ser hişê xwe biçe, dê mudaxileyê Nuriye bikin.