AGIR - Li navçeya Zêdkan dinavbara leşkerên derketin operasyonê û PKK'iyan şer derket û leşkerek mir. Li herêma Çiyayê Tendurekê jî amadekariyên operasyonê tê kirin û li gundên derdora çiya leşker bi cih bûn.
Li çoltera navçeya Zêdkan a Agiriyê serê sibê di navbera leşkerên derketin operasyonê û PKK’iyan şer derket. Di şer de leşkerek birîndar bû. Leşkerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê. Hat diyar kirin ku leşkerê birîndar bû mir. Operasyona hatiye destpêkirin didome. Di vê navberê de di 14’ê Mijdarê de balafirên şer herêma Çiyayê Tendurekê topbaran kirin û îro jî yekîneyên leşkaran sewqî herêmê tên kirin. Maşineyên leşker û cerdevan lê sîwar di navçeya Giyadinê re diborin û derbasî gundên Kurtika, Taşkesan, Rahmankulu û Tutek ên operasyona lê berdewam dike. Çavkaniyên herêmî, diyar kirin ku li Çiyayê Tendurekê amadekariya operasyonek mezin tê kirin.