NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îlham Ehmed, diyar kir ku bi radestkirina El Bûkmal ku DAIŞ'ê radestî Heşdî El Şabî kiriye, korîdora di navbera Tahran û Lubnanê de vekiriye.
Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îlham Ehmed, di nivîsa xwe ya îroyîn de balê kişand ser civîna ku tê payîn dê li Cinêvê bê çêkirin, li Rojhilata Navîn xitimandina Tirkiyeyê û radestkirina El Bukmalê ku DAIŞ'ê radestî Heşdî Şabiyê kir. Ehemd, dest nîşan dike ku heke berdevkên siyasî yên QSD'ê beşdarî muzakereyan bibin wê ewçax çareseriyek çê bibe û ew hîn diyar nebûye dê kî bşedarî Cinêvê bibe.
Nivîsa Ehmed a di Ozgulukçu Demokrasiyê de ev e:
Pir bi lezgînî, Heşd El Şaabî û Hîzbullah berê xwe da Bukmalê, bi armanca destdayîna ser bajêr û vekirina korîdorê ji Tehranê heya Lubnanê. Girtina wî derî ji hêla Îranê ve dihat wateya êdî Îran nefesek dirêj da xwe. Ev yek li ser hesabê gelê Surî û kurdê Başurê Kurdîstan çê dibe.
Gelê Surî ê ku li benda aşîtî û aramiyê ye. Di her gavek wiha de deriyê şerên nû vedibin û ew hêvî li ber avê derin. El Bukmal hatiye vala kirin. Di şev û rojekê de, ji destê DAIŞ'ê ket destê Heşdî El Şaabiyê. Pişt re cardin êrîş li Heşdî vegeriya û darbên giran xwar. Em du tiştan ji vêya fêm dikin; yek DAIŞ amadekariya xwe li vir baş kiriye ku zû bernede; ya duyem Heşdî mîna berê nema dikare li ber xwe bide. Çi dibe bila bibe, perçekirina Surî bi vî rengî tu car nabe sedema aramiyê, berovajî wê ew îzara hemlên şer yê nû ne.
Encamên ji hevdîtina serokên Amerîka û Rûsyayê; Pûtîn û Tramp, derketine cihê keyfxweşiyê ne. Bi taybetî dibêje, çareseriya Surî dibe ne bi leşkerî be. Ev yek rê li pêşiya her rengê êrîşeke nû digire. Gefên ku rayedarên Îran û Sûriye li QSD'ê xwarin, bi lihevkirinek wiha ew xeterî ji holê radibe û ger bibe wê encamê neyînî li ser wan bi xwe hebe.
Erdogan ji vê yekê gelek aciz e, ji qehran berî here hevdîtina bi Rusyayê re, daxwaza vekişîna hêzên Rûsya û Amerîka ji Sûrî kir. Çima? Ji ber ew zêdetir nema dikare pêşde here, her roj gefan li Efrînê dixwe û dibêje, dibe YPG derkeve û wî bajarî teslîmî me bikin. Ew niha xewnên wiha dibîne. Di wê herêmê de Tirkiye çi helwestî bigire wê ne di berjewendiya wan de be.
Dîsa di daxuyaniya herdu serokan de behsa Cinêv tê kirin ku ew dibe esas be ji bo çareseriya pirsgrêka Surî. Lê berî Cinêv, tê gotin amadekariya civînek berfireh a muxalefeta Surî li Riyadê wê were kirin. Di 2015'an de gava Riyad hat dar xistin, dawetname ji her kesî re hebû, lê cardin mudaxileya Tirkiye û hinek aliyên din, bû sebeb ku kurd beşdar nebin. Gelo ev car wê çawa be?
Bi rastî wê Tirkiye mîna berê, xwe bi hêz li ser çareseriya xwe ferz bike, tabloya xuyaye ku Tirkiye mekaneta xwe winda kir. Mîna berê nema dikare mudaxele bike. Ji ber êdî gav bi gav rewşa Surî dibe ber bi zelalbûnekê ve here. Wiha nebe wê cardin DAIŞ vegere. Ji xwe yê ku dibêje DAIŞ qediyaye şaştiyan dike, ji ber DAIŞ ne tenê hebûna fizîkî ye, DAIŞ di van 7 salên buhurî de bû hebûnek fikr, pêwîst e li ser vêya xweşik rawestin.
Ji niha û bi şûnde, cidîkirina muzakereyên çareseriyê girîng e, rêjîm êdî safê xwe zelal bike, ew li aliyê Sûrî radiweste yan li gel hêzên herêmê, ew çawa dikare bibe perçeyek ji çareseriya heqîqî. Kengî ev muzakere cidî dibin, pirsek serê her kesî mijûl dike û heqlî ne. Gava ku berdevkên siyasî ên QSD'ê beşdarî muzakereyan bûn, wê demê em ê zanibin ku çareserî çê dibe. Lê mixabin heya niha ne belî ye wê kî beşdarî Cinêv bibe. Cardin desteya muzakereyan wê beşdar bibe yan wê guhertin çê bibe.
Guhertin gelek girîng e, beşdarbûna her kesî ji muzakereyan re girîng e û her beşdarbûnê girîngtir amadekariyên baş ji muzakeran re, yanî rêjîm tu çareserî li gel wî nîne. Lê belê MSD çareserîyek bingehîn pêşkêş dike. Sûriyeya federal, hevgirtî dermanê nexwaşiya demê yee.
Dibe Tirkiye jî vê rastiyê qebûl bike û pê re li hev were. Kurd heqîqeta herî rasteqîn a civaka Sûriyeyê ne, bi êrîş û înkara wî ve nikare bi ser bikeve. Çi qas deriyê helqeyê lê teng dibe û jê tê xwestin ku ew êdî bi pirsgrêka kurda re bi şêwazek din dan û standina bike. Her bi destê ereban kurda û bi destê kurda ereban nekuje. Dibe li xwe vegere û pirsgrêkê çareser bike, heke wiha neke wê çarenûsa Iraq û Sûriyeyê li benda wan be.