STENBOL - Avahiya HDP'ê ya navçeya Esenlerê şevê din rastî êrîşa çekdarî hat. Beriya rastî êrîşê bê di hesabê twîtterê yê "Teror Gerçekleri" de hedef hat nîşandan. Hevseroka HDP'ê ya Esenlerê Nermîn Babayigit, diyar kir ku guleya berdane avahiya wan li dijî aştiyê pêk hatiye wiha got: "Berê hedef nîşan dan û piştre êrîş kirin."
Avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Esenlerê di 14'ê mijdarê de rastî êrîşa çekdarî ya kesên nasnameya wan nediyar hat. Di êrişê de tiştek bi kesî nehat. Beriya rastî êrîşê bê 2 roj berê ji hesabê twîttera "Teror Gerçekleri" avahiya Rêxistina HDP'ê hedef hat nîşandan. Hesapê twitterê wêneyekî çalakiya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin hat belavkirin. Dîsa wêneyê ku parlamentera HDP'ê ya Bersiv Buldan jî tev lê bûye kişandin. Di dîmene de gotin, "Hûn dibînin ciqas rehet in?. Piştî peyam di 12'ê mijdarê de li ser hesabê twîtterê hat belav kirin saet di 03.00'ê 14'ê mijdarê de avahiya HDP'e ya Esenlerê rastî êrîşan hat.
Tekildarî êrîşê Hevseroka HDP'ê ya Esenlerê Nermîn Babayigit, diyar kir ku guleya berdane avahiya wan li dijî aştiyê pêk hatiye wiha got: "Berê hedef nîşan dan û piştre êrîş kirin." Babayigit, anî ziman ku şeva bûyer pêk hat, polîs li wan geriyan û çûn midûriyeta polîsan û wiha got: "Dema em çûn midûriyetê polîs pir ji rêzê nêzî bûyerê bûn. Partiya me ji 7'ê Hezîranê heta niha di bin êrîşê de ye. Heta niha êrîşkarek jî nehatiye girtin û nehatiye cezakirin. Tu cudahiya êrîşkaran ji hev tune ye. Bi taybetî piştî çalakiya li dijî tecrîdê ev êrîş pêk hat. Ev balkêş e. Piştî di medya civakî de peyam li ser hesabê 'Teror Gerçekleri' ya Twitterê hat belav kirin avahiya me bû hedef. Êrîş tenê li dijî avahiya HDP'ê pêk nehatiye. Ev êrîş li dijî aştiyê li dijî biratî u demokrasiyê ye."
EM DÊ BÊTIR BI HÊZ BIBIN'
Hevserokê HDP'ê yê Esenlerê Ferman Ozgun, jî anî ziman ku tevlêbûna çalakiya greva birçîbûnê gelek zêde bû û ji ber vê yekê êrîş kirin û wiha got: "Eleqeya çalakiyê hin kes xistin nava tirsê. Dixwazin bi vê êrîşê me paşve bikişînin. Lê ev êrîş qet me paşve nikarin bikişînin. Dijberî van êrîşan em dê bêtir xutr bibin û bi hêz bibin."