WAN – Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci ya qeyûm tayînî şûna wê kiribûn û xwişka wê Gulîstan Bagci di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.
Hevşaredara navçeya Qelqeliyê ya Wanê Handan Bagci ya ku qeyûm tayînî şûna wê kiribûn di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Di serdegirtinê de xwişka Bagci, Gulîstan Bagcî bertek nîşanî binçavkirinê da. Polîsan Gulistan Bagci jî binçav kir. Hat zanîn ku Handan Bagci birin Qereqola Polîsan a Îkî Nîsanê û Gulîstan Bagci jî birine Miduriyeta Polîsan a Edremîtê.
Hevşaredar Bagci di îlona 2015’an de hatibû binçavkirin û salek û nîv di girtîgehê de mabû. Hevşaredar Bagci di meha nîsana îsal de hatibû berdan.