ENQERE – Ji çalakgerên Kolana Yukselê Îlker Işik di 75 rojan de bi tevahî 150 caran hat binçavkirin û 34 hezar TL cezayê pereyan lê birîn. Işik got: “Wan her du canan di dîroka mirovahiyê de rûpela berxwedanek nû vekir. Ez jî erka xwe ya dîrokî tînim cih.”
Akademîsyen Nuriye Gulmen a ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin di 9’ê mijdara 2019’an de li Kolana Yukselê ya Enqereyê bi daxwaza “Ez karê xwe paş ve dixwazim” çalakî da destpêkirin û ev çalakî didome. Yek ji van çalakgerên piştgirî dide Gulmen jî Îlker Işik e. Işik ji destpêkê heta di çalakiyê de cih digire. Işik ji meha îlonê vir ve ev 75 roj e rojê du caran beşdarî çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” dibe. Her roj du caran tê binçavkirin. Aliyê Işik ku ji çalakgerên din cuda ye herî zêde cezayê pere lê hatiye birîn. Işik her roj bi hinceta “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” tê binçavkirin û ji ber Qanûna Qebahetan jî di 75 roja de 34 hezar TL ceza lê birîn.
'EZ ERKA XWE YA DÎROKÎ TÎNIM CIH’
Işik bal kişand ser pêkanînên li dijî wî pêk tên û wiha got: “Ez tenê dibêjim Nuriye û Semîh. Ez tiştek din nabêjim. Nuriye û Semîh ne dizek in. Ne darbekar û qatil in. Tenê ew dixwazin vegerin karê xwe û ev neheqî bi dawî bibe. Dibe ku îro Nuriye û Semîh ne li qadê bin ez heme. Îşkenceya li dijî me, binçavkirin û birîtina cezayan li ser me bandor nake. Tenê tişta li ser me bandor dike nirxa em didin du canan ku vegerin karê xwe. Wan her du canan di dîroka mirovahiyê de rûpela berxwedanek nû vekir. Ez jî erka xwe ya dîrokî tînim cih. Tenê ez vê tiştê dikim.”
'BILA DAXWAZA NURIYE Û SEMÎH BÊ QEBÛLKIRIN’
Işik da zanîn ku heke ku daxwaza Nuriye û Semîh bê qebûlkirin dê ew çalakî neke û di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser îşkenceya polîs li ser wan didin meşandin. Işik got ku polîs dema wan dixin binçavan û îşkenceyê li wan dikin bi mertalan vê îşkenceyê ji raya giştî vedişêrin.
MA / Selman Gozelyuz