AMED - Kovara çand, teorî û siyasî Ozgur Halk di 15'ê Mijdara 1990'î de dest bi weşanê kir, di 27 saliya xwe de bi dirûşma "Jiyana azad û rizgariya demokratîk" weşana xwe dewam dike.
Di çapemeyiya Kurdistanê de yek jî weşahên herî girîng Kovara Ozgur Halkê ye, di 15'ê Mijdara 1990'î de dest bi weşanê kir û 27 sal e hêj weşana xwe dewam dike. Kovara teorî, çand û siyasî Ozgur Halk ji ber hin sedeman di sala 2010'an de weşana xwe rawestand, di 15'ê Tebaxa 2014'an de dîsa dest bi weşanê kir. Kovara ku gelek caran bi hinceta "weşana rêxistinê ye" hat girtin, 27 sal e bê navber weşana xwe dewam dike. Roja ku dest bi weşanê kiriye heta niha, beyî ku biryara berhevkirinê hebe, gelek caran ji hêla polîsan ve hat desteserkirin. Navê wê îro guherî be jî xeta têkoşîn û berxwedanê yek e.
Di tevahiya weşangeriya xwe de Ozgur Halk her dem di hedefê de bû û polîtîkayeke taybet li dijî weşangeriya wê hat meşandin. Di vê pêvajoyê de gelek xebatkarên wê ji girtin, binçavkirin, revndin û qetilkirinê bigire, bi zextên dijwar re rû bi rû man. Hêj gelek xebatkarên wê girtî ne. Di sala 1992'yan de berdevkê kovarê yê Êlihê Çetîn Abayay gelek caran hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin. Piştî ew qas girtin û îşkenceyan, di êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin. Dîsa xebatkarên Ozgur Halkê yên bi navê Nesrîn Teke û Esen Aslan, di 15'ê Sibata 1999'an de piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê, di çalakiya "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" de bedena xwe dan ber agir û jiyana xwe ji dest dan. Xebatkarê Ozgur Halkê Yaşar Duman jî di berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da.
‘OZGUR HALK LÊGERÎNA GELEKÎ YA HEQÎQETÊ YE’
Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê yê berê Savaş Aslan da zanîn ku ew bi Ozgur Halkê re mezin bûye, piştî 25 salên xebatê yên di Kovara Ozgur Halkê de, girîngiya kovarê ya ji bo gelê kurd vegot. Aslan da zanîn ku dema ew di sala 1992'yan de xwendevanê dibistana navendî bûye, wî bi belavkirina kovarê dest bi xebatê kiriye û wiha got: "Kovarên me li Licê ji buroyê digirtin, me li esnaf û malan belav dikir. Di wan salên belavkariyê de di hişmendiya me de jî gelek guhertin pêk anîn. Bi rêya vê kovarê min nasnameya xwe, civaka xwe û lêgerîna heqîqetê derxist zanyariyê. Ev meteryaleke civakê ronî dike, valahiya manewî tije dike ye. Naveroka nivîsên wê jî coş û kelecanê dide. Me jî bi wê kelecanê belav dikir."
‘OZGUR HALK GAVA LÊGERÎNÊ YA DESTPÊKÊ YE’
Aslan aşkera kir ku wî bi girêdaneke hêstewar belavkarî kiriye, bi xwendina kovarê re girêdana bi têkoşîna gelê kurd re derket holê. Aslan destnîşan kir ku ew bi gelek astengiyan re rû bi rû mane, lê tu carî paşve gav neavîtine û wiha pê de çû: "Salên 90'î salên têkoşîna neteweyî ne, di van salan de serhildanên gel di asta herî jor de bûn. Bi xwezayî di me de jî keçecanek dida avakirin. Di cîhana me ya ruhî, fikrî de her dem lêgerînek hebû û bi vê hêstê her dem daxwaza xebata ji bo gel di me de dida avakirin. Ozgur Halk ji bo me gava lêgerînê ya destpêkê bû. Belavkirina kovarê ne rihet e. Êrîşên pergalê hene. Xeta muxalîf qebûl nake. Astengî û zextan nikaribû pêşî li xebatan bigire, ya ji bo me girîng ew bû me kovar bigihanda gel. Ruxmê her tiştî me ev bi kêfxweşî dikir."
‘ZEXTA PÊK DIHAT HÊSTA TÊKOŞÎNÊ XURTTIR DIKIR’
Aslan anî ziman ku zexta ku pêk dihat xebatên wan dedida astengkirin, ji ber wê dewletê serî li rêbazên cuda dida û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li gorî wan heke kovar bigihêje gel, ev ji bo gel ronakbîrî ye, ev nedixwestin. Tu demê bi ev yek qebûl nekirin. Li gorî mewzuatên xwe jî tevnegeriyan. Em bi pêkanînên keyfî re û bi rû diman. Mînak em li erebeyan sîwar dikirin, direvandin, gef li me dixwarin û li me didan. Digotin ku 'Hûnê careke din vê kovarê belav nekin.' Gefên wan çare nedikirin, berovajiyê wê ev zextana di navbera me de dibûn mijarên henekê. Vê yekê hêza me xurttir dikir. Girtin, binçavkirin û înfaz pêk dihatin. Belavkirina kovarê di çarçoveya xebata rêxistinî de dihat şîrovekirin. Dewleta ku xebata kovarê li dijî xwe wekî gefekî didît, serî li şidetê dida. Wekî belavkariyê xebata wê jî gelekî giran bû. Amadekirina nivîsan, redeksiyon, çap û hwd. kedeke mezin dixwest. Gelek caran berî ku kovar bigihêje qadên belavkariyê dihatin desteserkirin. Pêwîstî bi biryara berhevkirinê nedidîtin."
‘XEBATKARÊN KOVARÊ HER DEM LI KÊLEKA GEL BÛN’
Aslan diyar kir ku vegotina Ozgur Halkê ne hêsan e, roja ku kovarê dest bi weşanê kiriye heta niha berdelên giran daye. Aslan got ku "Xebatkarên Ozgur Halkê her dem li kêleka gel cihên xwe girtine" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Salên destpêka weşana kovarê, salên naskirina nasnameya gelê kurd e. Ji ber wê rola kovarê bêhempa ye. Girêdana azadî û heqîqetê ye û di vê çarçoveyê de lêgerînek heye. Navê wê jî ji wir tê, girêdana gelekî ya azadiyê. Têkoşîna azadiyê ye. Gel her dem ev kovar pir pîroz dît. Xebatên wê jî wisa bi nirx e. Ez hevrêyên me yên di berxwedana Kobanê, Reqqa û Sûrê de şehîd ketin bi bîr tînim. Dîsa hevrêyên wekî Nesrîn, Sonay, Orhan, Denîz, Haydar, Alî, Kemal Pîr, Qedrî û bi sedan hevrêyên din bi bîr tînim. Em bi ked û xwehdana wan hatin vê rojê."
‘OZGUR HALK JI XETA XWE TAWÎZ NADE’
Aslan herî dawî piştrast kir ku kovarê tu demê di xeta xwe de tawîz nedaye, vê yekê girêdana gel a bi kovarê re xurtir kiriye û ruxmê hemû astengiyan weşana xwe dewam kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dê Ozgur Halk tu carî ji xeta xwe tawîzan nede û dê rêya xwe berdewam bike."