ÎZMÎR – Li Îzmîrê ji 21 kesên ji ber parvekirinên medyaya civakî hatin binçavkirin, 8 jê hatin girtin.
Li Îzmîrê ji 21 kesên ku di 8'ê Mijdarê de ji ber parvekirinên medyaya civakî hatin binçavkirin, 8 jê piştî îfadeya li muduriyeta polîsan hatin berdan û 13 jê jî danê sibehê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Her 13 kes bi hinceta "propagandaya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Ji 13 kesan Osman Koçyigit, Nuhat Dogan, Yusuf Altun Kiliç, Murat Bingol, Necla Tuşar, Lokman Dalgiç, Ferdi Aslan û Attila Ertaş bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hatin girtin û 5 kesên din jî hatin berdan.