STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Esenler, daxuyanî da û êrîşa çekdarî ya li dijî avahiya xwe şermezar kirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Esenler, bi armanca şermezar kirina êrîşa çekdarî ya li dijî avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya navçeyê hat dayîn. Hevserokên HDP’a Stenbolê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Dayîkên Aştiyê û gelek welatê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “HDP hêviye, hêvî li ser piyane” û “Êrîş dê me têk nebin” berz kirin.
'ÊRÎŞ DÊ TÊKOŞÎNA ME TÊK NEBIN'
Hevseroka HDP’ê ya Esenler Nermîn Babayîgît daxuyanî da û wiha axivî: “Ji bo pêvajoya aştiyê sabote bikin, tecrîta li ser Ocalan girantir kirin, komkujiyên Enqere, Pirsus û Amedê pêk anîn, êrîşî avahiyên me kirin, hevserok û parlamenterên me girtin. Navnîşana van hemûyan yeke. Ev êrîş li dijî siyaseta demokratîk hatiye kirin.” Babayîgît, da zanîn ku her tin êrîşkar nayên dîtin û li ser êrîşan digirin. Babayîgît axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî me êrîşên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrît şermezar kirin û çalakî lidarxistin, ev êrîş pêk hat. Ev yek ne tesadûfe. Em çarek din li vîr îlan dikin, dê tu carî êrîş û girtin me ne tirsinin. Bi van polîtîkayên xwe hûn nikarin me ji têkoşîna me dûr bixwin.”
Piştî axaftinê civîn bi berzkirina dirûşman bi dawî bû