STENBOL – Wezareta Tenduristiyê ku bi hinceta birîndarên çalakiyên Geziyê derman kirine doza li Odeya Tabîban a Stenbolê vekiribû betal bû.
Wezareta Tenduristiyê ku bi hinceta birîndarên çalakiyên Geziyê derman kirine doza li Lîjneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Stenbolê û endamên wê bi boneya ji peywîrê bên girtin vekiribû hat dîtin. Biryara rûniştina dozê li Dadgeha Hiqûq a Aliyê ya 12’emîn a Edliya Caglayana Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina doza bi îdiaya “Li dijî armancê xebat kirin” de Serokê Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Prof. Dr. Selçuk Erez, Serokê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Raşît Tukel amade bûn. Di rûniştinê de gelek parêzer jî amade bûn.
Parêzerên ÎTO’yê xwestin doz bê xistin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran nirxand û biryar da ku doz bê xistin û da xuyakirin ku ew ê paşê biryara bihincet aşkere bike.