QERS- Di serdegirtina malan de 7 xwendekarên Zanîngeha Kafkasê ku hatin binçavkirin, dema binçavkirina wan hefteyek din hat dirêjkirin.
Di serdegirtina malan a di 7’ê Mijdarê de, 7 xwendekarên Zanîngeha Kafkas a Qersê hatin binçavkirin. Xwendekar Hatîp Varkan, Mevlan Aktekîn, Tansu Ozbey, Yusuf Aktar, Muslum Aslan, Zehra Alaserhad û Ramazan Altun bi lêdan û heqaretên polîsan hatibûn binçavkirin.
7 xwendekarên li Midûryeta Polîsan a Qersê tên girtin, 8 rojin destûr nayê dayîn bi malbat û parêzeran re hevdîtin bikin. Serê sibê polîsên TEM’ê bi telefonê li malbatên xwendekaran geriyan û agahiya hefteyek din binçavkirina wan dirêjkirin dan malbatan.