NAVENDA NÛÇEYAN - Bîlançoya erdheja li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rû da, ku şîdeta wê 7.3 pile bû, roj bi roj giran dibe.
Bîlançoya erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê giran dibe. Hejmara mirovên ji ber erdhejê li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan derket 450 kesî. 7 hezar kes jî birîndar bûn. 12 hezar xanî xera bûn. Li Başûrê Kurdistanê jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 535 kes birîndar bûn.
Gelek welatên li derdorê bi erdhejê hesiyan. Li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 535 kes jî birîndar bûne.
Erdhejê li navçeya Derbendîxan a Silêmanî rê li ber xisareke mezin vekir. Ji ber ku terk li bendava Derbendîxanê ketin, ava li bendavê bi rengekî bi kontrol hate berdan.
LI ROJHILAT ZÊDEYÎ 450 MIRIN
Bîlançoya li Rojhilatê Kurdistanê hêj girantir e û her ku diçe giran dibe. Li gorî agahiyan, zêdeyî 450 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî 7 hezarî derbas kiriye. Ji ber erdhejê 12 hezar xanî xera bûn.
Bajarên ku herî zêde mirovan lê jiyana xwe ji dest dan, ev in: Kirmanşan, Serpol Zahab, Dalaho Selasî Bewecanî, Îslamadî Xerb, Qesrî Şirîn û Ciwanro. Çavkaniyên herêmî gotin ku bi taybetî li Qesrî Şirîn û gundê Serpûlzîhabê xisareke giran çêbûye.
BANGÊN JI BO PIŞTGIRIYÊ
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê duh daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku bi lezgînî piştgiriyê bidin gelên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.
HEYVA SOR A KURDISTANÊ DEST BI KAMPANYAYÊ KIR
Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) jî ji bo erdhejzedeyan dest bi kampanya alîkariyê kir. HSK'ê bi taybetî bang li karsaz û kurdistaniyên li Ewropayê kir ku alîkariya Kurdistanê bikin.