HEWLÊR - Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, diyar kir ku dê li gorî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku referandûm red kir, tevbigerin.
Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku ew biryara Dadgeha Federal a Iraqê qebûl dikin û li gorî vê biryarê referandûm derbasdar nîne. Bi vî awayî referandûm fermî betal kir.
Dadgeha Federal a Iraqê roja 6'ê Mijdarê daxuyaniyek dabû û gotibû, "Xalên Destûra Bingehîn rê nadin ku tu pêkhate qut bibe." Bi vê hincetê, referandûma roja 25'ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê hat kirin, betal kiribû.
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê berê gotibû ku ew biryara dadgehê qebûl nakin. Di daxuyaniya dawî de jî aşkere kir ku dê li gorî biryara Dadgeha Federal tevbigerin. Bi vî awayî referandûma 25'ê Îlonê ya li Başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî hat betalkirin.