STENBOL – Li Kadikoyê kesek di hundirê otomobîlê de mirî hat dîtin. Hat diyarkirin ku vî kesî gule li serê xwe xwariye û jiyana xwe ji dest daye.
Li taxa Barbaros a navçeya Kadikoya Stenbolê di hundirê otomobîlekê de kesek mirî hat dîtin. Welatiyên dîtin kesek di hundirê otomobîlê de bê tevgere agahî dan polîsan. Ekîbên polîs û tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku kesê bêtevger jiyana xwe ji dest daye. Hat zanîn ku kesê jiyana xwe ji dest daye zilam e û ji serê xwe derb xwariye.
Têkildarî bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.