NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, bal kişand ser modela Federaliya Demokratîk a Sûriye û diyar kir ku ji ber hemû pêkhate qebûl dikin gav bi gav bandora xwe li ser tevahiya Sûriye û Rojhilata Navîn dike. Ehmed, ani ziman ku Rêber Ocalan demek dirêj li Suriyê ma. Bi hezaran kesan re jiya. Bi hezaran kes perwerde kir. Civak bi vê çandê hat perwerdekirin. Modela Federaliya Demokratîk ji aliyê hevparên Sûrdiye ve tê qebûlkirin."
Hevseroka Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, li ser rewşa Rojava, polîtîkayên li ser Rojava tên meşandin û pêşeroja Rojava pirsên Ajansa Mezopotamya bersivand. Ehmed, diyar kir ku pergala Federaliya Demokratîk ji aliyê pêkhateyan ve qebulek mezin heye û wiha got: "Ji ber ew maf dide her kesek li ser vê axê bijî. Gav bi gav ev model bandora xwe li ser tevahî Suriye û Rojhilata navîn dike"
REQQA BI MODELA RÊVEBERIYA XWESER TÊ RÊVEBIRIN
Ehmed, bal kişand modela piştî avakirina Reqqayê û wiha got: "Raqqa bi modela rêveberiyek xwer ve tê rêvebirin. Ezmuna vê rêvebirinê li deverên din ên wekî Kobanê Minbic, bi awayek serkeftî ketiye meriyetê. Ji bo wê, heya niha Minbic bi awayek baş xwe rêve dibe. Her wiha herêmên din jî rêvebiriya xwe ava kirine. Di bin sîwana MSD'ê de ew xwe rêxistin dikin. Di van rêberiyan de, temsîla eşîr hene u teknoqrat, her wiha kesên di pêvajoya şoreşê de bedelên mezin dane kar dikin."
BERÊ HIŞMENDÎ Û ÇANDÊ PÊŞ DIXE PIŞTRE DIXE MERIYETÊ
Ehmed, bal kişan ser rêveberiyên beşên daraz, aborî, ekolojî, rêveberiyên herêmî û perwerdehiyê û wiha berdewam kir: "Ji her qadekê re sazî û rêveberî hene. Di heman demê de di her beşê de akademiyên perwerdehiyê hene. Di serî de zihniyet û çand dide qezenc kirin. Piştre dixe nav kar. Li gel zehmetî tên kişandin, ji ber nebûna derfet û îmkan, ambargoya ku li ser rojava heye, bandora çanda bass li ser civakê heye.
DI NÊZÎKATIYA PDK'Ê LI DIJÎ ROJAVA DE GUHERTUN TUNE
Ehmed, da zanîn ku tu guhertinên mezin di nîzîkbuna PDK'ê ya li beramber rojava de tune û wiha berdewam kir: "Piştî referandom hinek bêtir ew tengavin. Lê di siyaseta wan a li beramber rojava qet guhrtinek nîne. Serkeftinên li rojava çêdibin, Ji encama siyasetên heya niha rêvberiya me a siyasî esas girtiye. Dîsa berxwaedana ku şervana nîşan daye heye. Siyaseta xeta sêyemîn a ku xwe bi her aliyan re di nav peywendiyan de hiştin. Xeta sêyemîn bercewendiya gel parastin. Pêşxistina îtîfaqa navbera gelan esas digirin. "
TIRKIYE Û ÎRAN DI NAVA HEVKARIYÊN XIRAB DENE
Ehmed, bal kişand ser îtîfaqên Rûsya Tirkiye û Îranê û wiha pêde çû: "Tirkiye û Îran di nav hevkariyek xirab dene. Li dijî Rojava, piştî Reqqa gelek caran gef li kurdan xwarin. Gotin 'em berê xwe didin rojhilatê Surî'. Hewldana dagirkirina Efrîn ya ji aliyê Tirkiye ve pilanek xirab e. Ew dixwazin Efrîn kontrol bikin. Dixwazin tevahiya herêmê bi rêveberiya xwe ve girê bidin. Yanî çawa Îkenderon birin vê herêmê jî dixwazin bi xwe ve girêbidin. Ji bo lingê wan her di Surî de hebe û bandor ser siyaseta Surî bike."
DI PRATÎKÊ DE JI BO KURDAN TIŞTEK TUNE
Ehmed, bal kişand ser encamên astana jî û wiha bi dawî kir: "Ji wan civînan tiştê derket holê zêdekirina desthilata rêjîm li ser hesabê komên çekdar ê nav li xwe kirin muxalefet. Tirkiye bi Rûsye re li ser navê hesabê Sûriye bêtir tekîliyên xwe pêş xistin. Niha jî dibêjin gerek kurd beşdar van civînan bibin. Lê di piratîk de guhertinek nîne. Pêşeroja em belî dikin, lê hîn rewş wê ber bi kuve here ne zelale. Em hewl didin ku rewşek baş çê bibe."