EDENE - Li Edenê di serdegirtina malê de, endamê HDP’ê Velî Ûzûn hat binçavkirin û birin navçeya Pazarcik a Mereşê.
Li Edenê, polîsan bi ser mala endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Velî Ûzûn de girtin. Polîsan di çarçoveyê lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Pazarcik da dest pê kirin Ûzûn binçav kirin û lê malê lêgerînên pêk anîn.
Polîsan Ûzûn piştî kontrola tenduristiyê birin Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polîsan a Edenê û ji wir jî birin navçeya Pazarcik a Mereşê.
Li aliyê din, hat zanîn ku polîsan li Edenê bi ser hin malên didin de jî girtine û derbarê binçav kirin hene, yan na de, agahî nehat girtin.