AMED - Dê Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê, Sempozyûma Mîmartiyê û Bajêr li dar bixe û wê balê bikişîne ser navçeya Sûrê.
Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê, ji bo balê bikişîne ser parastina mîrateya çandî û mîmarî wê bi navê "Sempozyûma Mîmartiyê û Bajêr a Amedê" li dar bixe. Sempozyûm dê di 27'ê Nîsanê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Mezin a Amedê bê lidarxistin û wê ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku li ber Minareya Çarling hat kuştin bê lidarxistin.