* Berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 168'an dewam dike.
* Osman Aydin ku keça wê Rahşan Aydin 120 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Ev mesele bi bêdengiyê çareser nabe. Eger em bêdeng bimînin em ê winda bikin. Ez ê li her derî dengê xwe bilind bikim."
* Dê Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê, Sempozyûma Mîmartiyê û Bajêr li dar bixe û wê balê bikişîne ser navçeya Sûrê.
* Wê Mîhrîcana Şanoya Amedê ya 7'an di 26'ê Nîsanê de dest pê bike. Şanoger Yavûz Akkûzû, diyar kir ku ew li benda hemû şanohezan e.
* Gûrbet Ektîren ku piştî ji girtîgehê derket çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne, got: "Em mafê xwe dixwazin. Em axa xwe, zimanê xwe dixwazin. Em ê bi ser bikevin."
* Tulay Kazici ku hevjînê wê Mehmet Kazici 56 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji bo bangawaziyê "bila dewlet gav bavêje" got: "Ma we gav avêtiye ku dewlet bavêje? Hûn li benda çi ne? Jixwe dewlet dixwaze kurd bimirin. Hûn dikarin bi dewletê gav bidin avêtin."
* Di sala 2017'an de li Westanê wexta gundî ji berhevkirina kuvarkan dihatin li navenda navçeyê hatibûn binçavkirin û li emniyetê bi awayekî dijwar hatibûn binçavkirin. Ji polîsên ku gundiyan îşkence kiribûn tenê der barê yekî de doz hatibû vekirin û ew jî beraat kir. Dadgehê wekî hincet diyar kir ku ji ber qalîteya dîmenên kamerayên MOBESE nebaş in, ser çavê kesan baş xuya nake.
* Li Girtîgeha Wanê, 5 girtiyên 130 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne ji ber tenduristiya wan nebaş e êdî nikarin biçin cihê hevdîtinê jî. Yek ji van girtiyan Cîhan Tamûr, got: "Di vê pêvajoyê de ne gotin, berxwedan watedar e."
* Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îshak Yasûl ku çend roj berê hat berdan, diyar kir ku êdî xwîn ji roviyê hin girtiyan tê û rewşa wan di asteke pir krîtîk de ye. Her wiha Yasûl got, çalakiyên li derve hêz û quwetê li girtiyan zêde dikin.
* Hechecîkên xwe li Pira Malabadê digirin, bi liv û tevgerên xwe balê dikişînin.
* Qeyûmê Şaredariya Yenşehîrê Serdar Kartal, 83 milyon lîre deyn xistiye stuyê şaredariyê. Qeyûm 810 parsêlên erdê şaredariyê tahsîsî weqfa TUGVA'yê kiriye ku ev weqf a kurê Erdogan Bîlal Erdogan e. Her wiha qeyûm ji bo Serokomar Erdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî 841 hezar lîre xerc kiriye.
* Danişîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00)
* Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edenê, dê derbarê Komkujiya Ermeniyan de, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Çalakiya malbatên girtiyên li dijî tecrîdê digreva birçîbûnê dene, ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze dê di roja 15'emîn de dewam bike. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, dê derbarê Komkujiya Ermeniyan a di 24'ê Nîsana 1915'an de pêk hat de, li Qada Sûltanahmet daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)