Bi bavê xwe re dest pê kir, niha tevî keça xwe dewam dike

img

ÎZMÎR – Berdevka Surdurulebilir Yaşam Platformu (Platforma Jiyana Berdewamkirî) Esen Fatma Kabadayi li dijî RES'a di erdê wan de tê çêkirin dest bi têkoşînê kir, piştî bavê wê niha bi keça xwe Ela re têkoşînê dewam dike.

Li navçeya Çeşemeyê ya Îzmîrê ekolojîst xebatên xwe yên li dijî talana xwezayê didomînin. Ji van yek jî berdevka Platforma Jiyana Berdewamiyî Esen Fatma Kabadayi (33) ye. Kabadayi tevî keça xwe ya yek salî Ella têdikoşe. Di sala 2013'an de hat xwestin li navçeya Çeşmeyê Santrala Enerjiya Bayê (RES) bê avakirin û li cihê ku santral tê çêkirin erdê malbata Kabadayi jî di nav de, erdê gelek malbatan heye. Kabadayi aşkera kir ku têkoşîna wan ji nifşan digihêje nifşên nû.
 
‘BI BAVÊ XWE RE DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIR’
 
Kabadayi da zanîn ku ew li hemberî xwezayê bi hurmet e, têkoşîna li dijî RES'ê bi parastina erdê ji kalê wê mayî dest pê dike. Kabadayi piştrast kir ku wê têkoşîna li dijî talana xwezayê bi bavê xwe re dest pê kiriye, tevî hemû hewldanên wan jî kemçe ketine erdê wan. Kabadayi da zanîn ku RES bi awayekî dijhiqûqî tên avakirin.
 
‘EM BI ÊRÎŞÊN ŞIRKETÊ RE RÛ BI RÛ MAN’
 
Kabadayi dest nîşan kir ku li her derê Tirkiyeyê di qada îmar û enerjiyê de polîtîkaya talanê dewam dike û wiha got: "Ji bo rant û berjewendiyan bi lezgîn biryara cemaweriyê derdixin û dest datînin ser mal û milkê gel. Sed mixabin di demên dawî de xweza ji ber van bûyeran diheje. Me jî bi têkoşîna parastina xwezayê dest bi xebatan kir. Wê demê keça min Ella tune bû. Ez hêj nezewicî bûm. Roja destpêkê ya têkoşîna ekolojiyê tê bîra min û şîrketê kemçe xistibû baxçeyê me. Me ew roj ji wan re got ku; 'Hûn niha di qada SÎT'ê ya pîleya yekemîn de ne. Li dijî hemû kar û barên îdarî doz hat vekirin. Welatî naxwazin axa xwe bifroşin û naxwazin li bazarê rûnên. Hêj tapû li ser navê me ye we erd nestandiye. Ev ê jî dê rê li ber bûyerên ku nayên telafîkirin veke.' Lê şirketê bi awayekî hovane êrîşî me kir."
 
Kabadayi anî ziman ku hin kesên projeya RES'ê erê kir, di çarçoveya hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê ya Cemaeta Fethullah Gulen de hatin girtin, dozger û dadgerên ku li dozê mêze dikirin guherî ne û pêvajoyeke nû ya têkoşînê hatiye destpêkirin.
 
Kabadayi diyar kir ku ew bi salan li Çeşmeyê ji bo xwezayê têkoşiyane, lê piştî salan biryara cemaweriyê ya bi lezgîn û ji plana îmarê re vekirinê hatiye rawestandin û ji ber doza ku şîrketê li wan vekiriye tên darizandin. Kabadayi piştrast kir ku hiqûq ne aliyê welatiyanî, alîgirê sermaye, hêz û desthilatdariyê ye.
 
‘EZ Û KEÇA XWE TEV DE TÊDIKOŞIN' 
 
Kabadayi bi bîr xist ku wê bi bavê xwe re dest bi têkoşînê kiriye, piştî bavê wê wefat kiriye ew û keça xwe Ellayê tevde têdikoşin û wiha pê de çû: "Keça min hêj nû hat dinê. Ez bi keça xwe re tev li civînên ekolojiyê dibim. Dema ez ducanî bûm jî li xweza û zeviyan bûm. Ji bo pêşeroja zarokên me bi aram derbas bibe, em têdikoşin."
 
Kabadayi herî dawî got ku "Ji bo xwezayê ew ê her dem aştiyê biparêzin" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heke xweza bê parastin dê pêşeroj jî bi aram be. Pêşeroja hemû zarokên cîhanê tê talankirin. Ji bo zarok û pêşeroja xwe divê em li dijî kapîtalîzmê têbikoşin. Têkoşîna li dijî rant û sermayeyê têkoşîna me hemûyan e, têkoşîna mirovahiyê ye. Wekî têkoşîna ku bavê min ji bo me dayî. Dê têkoşîna me nifş bi nifş dewam bike. Dê piştî me têkoşîna keça min dewam bike. Ev têkoşîn ji bo zarok neyên kuştin tê meşandin."
 
MA / Rûken Demîr - Ayşe Surme
 

Sernavên din

14/11/2017
14:45 Bîlgen: Hesabê maşîneyên Şaredariya Konya ya li Reqqa bidin gel
14:31 Îro jî li Kolana Yukselê 4 kes hatin binçavkirin
14:04 Doza hekîmên Geziyê betal bû
13:15 Binçavkirina xwendekaran hefteyek din dirêjkirin
13:09 Bîlançoya erdhejê her ku diçe giran dibe
13:02 Hewlêr referandûm bi fermî betal kir
12:33 Ji bo xatirê alîkarê wezaretê lewheya kurdî rakirin
12:26 SÎHA berdan mih bi koordînê vê girêdan!
11:57 Li Kadikoyê kesek di otomobîlê de mirî hat dîtin
11:56 Bi hinceta 'bê rayeyiyê' du dozên Yuksekdag şandin Enqereyê
11:28 Li AYM’ê qilqaliya DMME’ê: Biryar hemû wekîlên girtî eleqedar dike
11:19 Jin di lendê de hev dibînin: Em ê ji şideta mêr re serî netewînin
11:08 Parêzerên Ocalan cara 704'emîn serlêdan kirin
11:05 Dêra Ermenî terkî qedera wê hat kirin
10:57 Ehmed: Gav bi gav modela me bandora xwe li ser tevahiya Sûriye dike
10:37 5 navendên leşkerî yên Îranê ku 70 hezar çekdaran pêk tê li Sûri ne
10:27 Boblîsok li Antalyayê rabû
10:25 Kesên li dijî jin û zarokan sûc dikirin avêtine vê zindanê
10:03 Bi çekê êrîşê avahiya HDP'ê kirin
10:01 Li Rojava Rojên Sînemayê
09:38 Mislimanên Antîkapîtalîst: Erdogan kurdan terorîst dibîne
09:37 Bi bavê xwe re dest pê kir, niha tevî keça xwe dewam dike
09:36 Ji ber êrîşan dev ji dibistanê berda
09:35 Hîn jî li Dîlokê komeleyên DAIŞ'ê çalak in
09:34 ‘Rêwîtiyeke ji Enqereyê ber bi Îmraliyê ve dê pirsgirêkan çareser bike'
09:33 Bi ajotina duçerxeyan nîşan didin ku ew perçeyeke ji ekolojiyê ne
09:32 Rîtma xwezayê, ruhê zarokan û bandora kujende ya qeyûman
09:29 Di pêşangehê de eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên teoriya peresan hebû
09:16 Qeyûm pereyê amediyan beradayî xerc dike
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2017'AN
13/11/2017
18:49 Selçuk Kozagaçli hat girtin
16:59 Hêjmara mirî û ziyana erdheja Kirmaşanê zêde dibe
15:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Îzmirê dê bi cureyên din bidome
15:38 HDP: Piştevanî êşan sivik dike
15:31 Di 2 salan de li 92 endamên ÎHD’ê 100 lêpirsîn hat vekirin
15:16 Di erdhejê de zêdeyî 300 kes mirin
14:59 Li Bêgirê bi dehan kes hatin binçavkirin
14:44 Girtiyê nexweş Babaoglu emeleyat bû
14:43 Ji Heyva Sor a Kurdistan banga hawarê
14:37 Li Yukselê 3 kes hatin binçavkirin
14:37 Nexweşxaneya Acibademê xebatkar Ilgar ji kar dûr xistin
14:27 Operasyona li Bestayê dewam dike
13:53 YPG’ê malbatên DAIŞ’iyên Rûs radestî Rûsyayê kir
13:47 Erdogan li dijî qebûlkirina kurdan diçe Rûsya
12:45 Bertekên li dijî midura got 'Berdin bila bisekitin' zêde dibin
12:34 Ji KCD, DBP û TJA daxuyaniyên erdhejê: Roj roja piştevaniyê ye
12:33 Rûniştina doza komkujiya li Pirsûsê dest pê kir
12:17 Xwendekar di hedefa polîs, rektor û nijadperestan de ne
12:10 Qeyûmê li Colemêrgê rê kolan û wisa hişt
12:05 Nivîskar Duman ê girtî 3 roj şûnde rakirin nexweşxanê
11:52 Zarokên gelan Amûdê ji tarîtiyê diparêzin
11:04 Li Enqerê operasyona medyaya civakî
10:48 DBP'ê banga piştevaniyê kir
10:30 Waliyê Kirmaşanê 3 roj şîn îlan kir
10:30 Li dijî qedexeya pirtûkan kampanyaya nameyan
10:27 Bi tembûra lîstokê heya êvarî stran Kobanê distrê
09:56 Helepçe dîsa hejiya
09:27 Dîmenê kuştina 5 sivîlên li Lîcê bi ku de çû?
09:26 Dayika 12 zarokan Bor: Karibim ez dê 12 zarokên din çêkim
09:25 Dozger hewce bi lêpirsîna kuştina zarokên Cizîrê nedît
09:24 Tanrikulu MST TV vegot: Her zilm zêde bibe xerabtir dibe
09:24 Rewşa nexweşê epîlepsî giran dibe û nayê berdan
09:23 'Jiyana jinan ne dibin yekdestdariya we deye'
09:22 Ji Fabrîqeya Şanoyê 2 lîstikên nû
09:19 MUÇEP: Divê enerjî ne şer aştiyê bafirîne
09:18 Koptaş: Di xeta AKP'ê de çand û huner pêş nakeve
09:17 Ne hilberîna zêde hilberîna rast temen dirêj e
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2017'AN
07:59 Li Kirmanşahê 164 kesan jiyana xwe ji dest dan
12/11/2017
22:43 6 kesan li Kirmanşanê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan
21:53 Silêmaniyê 7.3 pêl hejiya
21:20 Buldan: Pêdiviya Tirkiye bi Ocalan û muzakereyan heye
20:11 Polîs li Geverê çi dikolin
18:36 Parlamenterê HDP'ê Baydemir berdan
17:15 Wekîlê HDP'ê Ayhan: Tekane rojeva me rakirina tecrîdê ye
16:56 Kesekî du zarokên xwe qetil kir û întixar kir
16:41 Cerebeyên Rojava vegot: Şoreşek mezin pêk hat
15:53 Encama xelatên çîrokên Şerzan Kurt aşkere kirin
15:47 Çalakiya grevê koma nû dewr girt
14:31 Di roja dawî de eleqeya ji bo TUYAP'ê zêde bû
14:14 Jinên Amedî li dijî talankirina xwezayê pedal zivirandin
14:08 Li Kolana Yukselê êrîş: 7 kes hatin binçavkirin
14:04 Gelek kes li Bismil hatin binçavkirin
13:49 Greva birçîbûnê ya Wanê bi dawî bû
13:42 Qedexe 4 taxên Mêrdînê rabû
13:34 Qeyûmê Mêrdînê ‘Rêveberiyên cewherî’ rakir
13:20 Gerîlayê Fîlîpînê Danîlo Borjan: Desthilatdarî nade, em distînin
12:14 Endamê HDP'ê bi hevjîna xwe re hat binçavkirin
12:03 Bîlgen: Tecrîd, dijderketina li dijî pêşketinên Rojhilata Navîn e
11:40 Xebatkara Rojnameya Welat hat binçavkirin
11:25 Li her buhusta axa Koço şopên fermanê tê dîtin
10:35 Piştî hezazê buhayê komirê zêde bû
10:08 Trênê li mînîbûsê da: 2 kes mirin 2 kes birîndar bû
10:04 Heta 15 salan ji xebatkarên Azadiya Welat ceza tê xwestin
09:57 Zarokê 4 salî yê ket çalika şaredariyî vekirî, mir!
09:53 Qeyûmê Mêrdînê 'Xwerêveberiyên cewherî' parast
09:52 Polîsan got ‘hûn hemû ermenî ne’, nehiştin cenaze bê şûştin
09:49 TJA: Li hemberî hebûna jinê qirkirinek heye
09:27 ‘Me klasîkên rûsan dixwendin, Ocalan jî dîroka mirovahiyê dixwend’
09:26 Qedexeyê mala wan xera kir û nikare derman bibe