ENQERE- Li gor daneyên rojanekirî yên Serokatiya Daîreya Komeleyan a girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ku di demên dawî de bi têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê pesnê xwe dide; derket holê ku hîn jî komeleyên ku navê wan bi rêxistibûyîna DAIŞ'ê re derket û di dosyeyên komkujiyan de cih digirin, bi awayekî fermî fealiyetên xwe didomînin.
Di hefteyên dawî de li Tirkiyeyê di bin navê "Têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê" de hin operasyon tên lidarxistin. Lê di qeydên fermî de jî diyar dibe ku bi van operasyonan tê xwestin ku bi vî awayî bîrbiriyekê çê bikin. Lê belê derket holê ku hîn jî hin "komeleyên ku DAIŞ xwe di ser wan re bi rêxistin dike" fealiyetên xwe didomînin. Li gor daneyên rojanekirî yên 13'ê Mijdarê yên Serokatiya Daîreya Komeleyan a girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ku operasyonan bi rê ve dibe; derket holê ku gelek komeleyên ku DAIŞ xwe di ser wan re bi rêxistin kiriye û navên wan di dosyeyên komkujiyan de ne, bi awayekî çalak fealiyetên xwe bi rê ve dibin.
Komeleya Genç Muhavvîdler (Komeleya Muhavvîdên Ciwan) ku di komkujiya Gara Enqereyê de û avaniya DAIŞ'ê ya li Dîlokê de wek belge û agahiyan ket nav dosyeyan û di sala 2013'an de li Dîlokê hat avakirin, yek ji wan komeleya ye ku DAIŞ di bin banê wê de xwe bi rêxistin dike. Derketibû holê ku têkiliya piraniya bersûcên ku komkujiyên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve li Tirkiyeyê pêk hatin, bi vê komeleyê re heye. Jixwe ev komele ji aliyê Yûnûs Dûrmaz ku plansazê komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê û Pirsûsê ye hat avakirin. Her wiha Savaş Yildizê ku beriya 7'ê Hezîranê êrîşî avahiyên HDP'ê yên Edene û Mêrsînê kiribûn di beyaneke xwe de diyar dike ku wî ev yek bi fermana Dûrmaz kiriye. Tevî ku ev agahî hene jî, komeleya ku li Taxa Selahattîn Eyyûbiyê hat avakirin hîn jî bi awayekî çalak fealiyetên xwe bi rê ve dibe.
Li gel vê komeleyê, yek ji van komeleyên ku DAIŞ di bin banê wê de xebatên xwe yê rêxistinbûyînê dike jî Komeleya Ahsen û Komeleya Pêşxistin û Perwerdekirina Ciwanên Sûriyeyî ye ku pêwendiya wan bi DAIŞ'ê re heye, lê belê hîn jî fealiyetên wan berdewam in. Serokê Komeleya Pêşxistin û Perwerdekirina Ciwanên Sûriyeyî Bahaa Alden Najeep di heman demê de piştî komkujiya li Dîlokê ku 54 kes tê de jiyana xwe ji dest dan hatibû binçavkirin û bi hinceta "Endamtiya DAIŞ'ê" der barê wî de doz hatibû vekirin. Tevî vê yekê dîsa jî ev komele çalak e û di bin banê "komeleya alîkariya mirovane" de fealiyetên xwe didomîne.
Lê belê piştî hewldana darbeyê û bi derxistina biryarnemayên di hikmê qanûnan de gelek komeleyên ku di warê binpêkirina mafan de xebatên xwe bi rê ve dibirin hatin girtin. Li gor rapora Platforma Hevpar a Mafên Mirovan; tenê di 5 mehên ewil ên OHAL'ê de hezar û 425 komele hatine girtin. Evqas komele bi hinceta OHAL'ê hatin girtin, lê belê komeleyên ku bi awayekî aşkere têkiliya wan bi DAIŞ'ê re heye nehatine girtin.
KOMELEYA ÇANDÊ HAT GIRTIN, LÊ DEST NEDAN A DAIŞ'Ê
Li gor daneyên rojanekirî yên Serokatiya Daîriya Komeleyan; li Tirkiyeyê hejmara komeleyên çalak 111 hezar û 582 ye. Li Dîloka ku DAIŞ bi riya komeleyan qadeke rêxistinbûyînê ji xwe re çê dike jî, li Tirkiyeyê ji deh bajarên ku herî zêde komele lê ne di rêza 8'emîn de ye. Di sala 2011'an de dema şerê li Sûriyeyê dest pê kir hejmara komeleyên li bajêr hezar û 140 bû, lê belê ev yek di sala 2017'an de hezar û 891 e. Di 5 mehên ewil ên OHAL'ê de li bajêr Komeleya Çandê ya Medyayê ku ji bo piştevaniya xwendekaran û xebatên çandeyî hatibû avakirin jî di nav de 40 komele hatin girtin, lê belê bi tu awayî dest nedan ên DAIŞ'ê.
Di du hefteyên dawî de li Tirkiyeyê di operasyonên ku tê derpêşkirin li hemberî DAIŞ'ê tên lidarxistin de, bi sedan kes hatin binçavkirin. Lê belê komeleyên DAIŞ'a ku tê daxuyandin li hemberî wê têdikoşin bi awayekî fermî fealiyetên xwe didomînin û ev yek bi xwe re nîqaşên "li hemberî kê/î têdikoşin" tîne.