NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kirmaşanê hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 372 kesan. Zêdeyî 6 hezar kes jî birîndar in.
Bîlançoya erdheja bi dijwariya 7.3 pileyî ku duh êvarê saet di 21:18'an de li eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê û eyaleta Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê rû da, kêlî bi kêlî zêde dibe.
Li Kirmaşan û navçeyên wê, hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 372 kesî. Zêdeyî 6 hezar kes jî birîndar in. Ji ber ku Kirmaşan cihekî çiyayî ye, agahî ji gelek gundên wê nayê girtin. Bi taybetî agahî ji gelek gundên Dalahoyê nayê girtin.
Maseya krîzê ya erdhejê ya li Kirmaşanê ragihand ku hejmara miriyan 363 ye û li gorî bajaran ev agahî da:
Serpol Zahab: 240
Dalaho: 14
Kirmaşan: 14
Selasî Bewecanî: 15
Îslamadî Xerb: 22
Qesrî Şîrîn: 28
Ciwanro: 30