WAN- Li navçeya Bêgir, polîsan avêt ser kargeh û malan herî kêm 20 kes binçav kirin. Dinava kesên hatin binçavkirin de rêveberên HDP û DBP’ê jî hene.
Li navçeya Bêgira Wanê polîsan serê sibê ser gelek mal û kargehan de girtin û 20 kes binçav kirin. Dinava kesên hatin binçavkirin de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî hene.
Navên kesên birin Midûryeta Polîsan a navçeyê wihane: “Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Mehmet Kaplan, rêveberên HDP'ê Cesîm Ak, Abdurrahman Karabalik, endamên Meclîsa Şaredariyê Mustafa Karataşli, Mehmet Kuşçu, Kamuran Bekîroglu, Şeref Alîm, Ekrem Karagulle, Bekîr Karabalik, Mesut Menteş, Îdrîs Çolak, Feyyaz Karabalik, Dîlan Karabalik, Ozgul Bîçer, Ugur Demîr, Mahmut Çolak, Metîn Sari, Metîn Çikar, Dogan Başak û personelê şaredariyê Cengîz Yilmaz."