ŞIRNEX – Operasyona leşkerî ya berî 10 rojan li Bestayê hat destpêkirin, li bajarên derûdorê teqwiye tê kirin û dewam dike. Hat diyarkrin ku bi tangan êrîşê herêmê dikin.
Herêma Bestayê ya di navbera bajarê Sêrt û Şirnexê de qadeke mezin digire nava xwe, di 4'ê Mijdarê de operasyona leşkerî hat destpêkirin. Di operasyona mezin de 350 cerdevan û bi hezaran leşker cih digirin, hat gotin ji bajarên derûdorê jî leşker hatine teqwiyekirin. Li gorî agahiyan leşker li girên wekî Gundikê Xêrka, Gurzika, Mêrgumanê, Girsin, Dêm û Sêva bi cih bûne û tangên bi palet şandine herêmê, herêm bi dijwarî tê topbarankirin. Helîkopter jî piştgiriya operasyonê dikin û tevgera leşkerî li herêmê dewam dike.
LI GIRÊN BILIND RÊ TÊ ÇÊKIRIN
Berî demekê maşîneyên zirxî, kepçe û dozer jî şandibûn herêmê, li girên herêmê rê tên çekirin. Çavkaniyên herêmî aşkera kirin ku di dema keşfê de hin kesên sivîl jî bi leşkeran re li herêmê digerin.