QAMIŞLO - Li bajarê Qamişlo YPG’ê, hejmarek malbatên DAIŞ’ê yên Rûsî, radestî fermandarên leşkerî yên Rûsyayê kirin. Duh li bajarê Qamişloyê, hejmarek ji malbatên DAIŞ’ê yên Rûs, radestî fermandarên leşkerî yên Rûsyayê kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di 12’ê Mijdarê li Qamişloyê hin malbatên DAIŞ’ê yên ji Rûsyayê, radestî rayedarên Rûsyayê kirin. Malbatên hatin radestkirin ji 13 jin û 29 zarokên pêk dihat. Berî malbat bên radestkirin, daxuyanî hat dayîn. Generalê Rûsî Alexander Kim, Cîgirê Serokê Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Rûspiyan a Rûsyayê Dr. Ziyad Sebsebî, Hevserokê Desteya Karê Derve yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer û Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di daxuyaniyê de amade bûn.
BI FERMÎ TESLÎM KIRIN
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd axivî û wiha got: “Me û QSD’ê li ser bingehên parastina mafên mirovan û zagonên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi malbatan re hevdîtin klir û tevahiya cîhanê jî şahidiya vê yekê kir. Em ê 13 jin û 29 zarokên li gel me ne, bi awayekê fermî radestî hêzên Rusyayê bikin.”
Piştî axaftin û îmzekirina protokolê, malbat radestî rayedarên leşkerî yên Rûsayê hatin kirin.