RIHA – 3'emîn rûniştina doza komkujiya li Pirsûsê pêk hat li Kampusa Tîpa T a Hîlvanê dest pê kir. Ji berxwedêrên Kolana Yukselê Velî Saçilik ku ji bo şopandinê hat ber dadgehê got: “Dema em li Yukselê di ber xwe didin em li Pirsûsê difikirin."
Li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê li pêş Navenda Çanda Amara di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li dijî ciwanên sosyalîst êrîş pêk hatibû. Di êrîşê de 33 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dabûn. 3'emîn rûniştina doza komkujiya Pirsûsê ji aliyê 5'emîn Dadgeha Ceza ya Rihayê ve li Kampusa Girtîgeha tîpa T a Hîlwanê dest pê kir. Rûniştina dozê di bin tedpîrên polîs û leşkeran de dest pê kir. Malbat, parêzer û nûnerên rêxistinên demokratîk di kontrolê re derbas bûn û ketin salonê. Dîsa wekilên HDP'ê Dilek Ocalan, Parlamenterê CHP'ê Mahmut Tanal, Nûnerên HDP, DBP, ESP û EMEP'ê û malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê amade bûn. Ji berxwedêrên Kolana Yukselê Velî Saçilik, Dayika Şemiyê Hanife Yildiz û gelek kesên din jî tev li rûniştina dozê bûn.
Li gel ku heyeda dadgehê di rûniştina berê de der barê bersûc Yakup Şahin de biryar da ku wî bînin rûniştina dozê, dîsa Şahin neanîn rûniştina dozê. Parezer ji Baroya Stenbol û Rihayê jî amede bûn.
‘EM BIRÇIYÊ EDALETÊ NE
Berxwedêrê Kolana Yukselê Velî Saçilik ku ji bo şopandina dozê hat û beşdarî rûniştinê bû, beriya rûniştinê diyar kir bi vê dozê pir aşkere dibe ku li Tirkiye hiqûq û edalet tune ye û wiha got: "Li Pirsûsê 33 can û ciwanên me li ber çavan hatin kuştin. Em bi van bûyeran dibînin ku kî destûr dide û kî bi rêxistin dike. Ji bo em hesap ji van kesan bipirsin em li vir in. Dema em li Kolana Yukselê di ber xwe didin em her dem li Pirsûsê difikirin. Em li komkujiya li Gara Enqereyê difikirin. Gotnek Nuriye heye. Dibêje, ‘Birçîbûna me birçîbûna edaletê ye' Em ji bo edaletê têdikoşin. Em qet û qet dest ji doza edaletê bernadin."
ÇI BÛBÛ
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di teqînê de 33 ciwan bi hovane hatin qetilkirin, Abdullah Omer Arslan bi matorsîkleta plaqeya wê 59 HC 280 li herêmê wêne dikişand û welatiyan ew zevt kirin, hat gotin ku îfadeka vî kesê ku ji çenteyê wî aleke reş a nivîsa erebî li ser hatî dîtin, derketiye holê Polîsan piştî ev kes ji destê welatiyan derxist, piştî 2 salan îfadeya wî jî derketiye holê, di sala 1994'an de li Konyayê ji dayik bûye, di çemteuê Abdullah Omer Arslan ê melayê gundê Gurkuyu ya navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ye û di çenteyê wî de jî aleke reş hatiye dîtin û tu kesî ev lêpirsîn nekiriye.
Polîs piştî Arslan ji destê welatiyan derdixe, wî dibin Miduryeta Polîsn a Pirsûsê, di demeke muftiyê Rihayê wî dişîne navçeya Gulbaşî ya Enqereyê, careke din venegeriyaye gundê ku lê melatî kiriye, li gorî îfdeya Arslan, ew ji bo gerê hatiye Pirsûsê. Ji Arslan nehatiye pirsîn ku ew ji bo çi hatiye Pirsûsê û wêneyên ku kişandiye jî ji wî nehatiye pirsîn.