WAN - 2 girtiyên ji Girtîgeha Agiriyê sirgûnê Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatin kirin, rastî lêdana dehan gardiyanan hatin. Yek ji girtiyê rastî lêdana gardiyanan hat nivîskar Hamît Duman, 3 roj şûnde sewqî nexweşxanê kirin.
Piştî îlan kirina OHAL’ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê binpêkirinên mafan zêde bûn û qet ji rojevê dernakeve. Nivîskarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Hamît Duman û girtiyê nexwest navê xwe bide ku ji Girtîgeha Agiriyê sirgûnê Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatin kirin, rastî lêdan û îşkenceya bi dehan gardiyanan hatin. Duman û girtiyê din ê rastî lêdanê hat, 3 roj şûnde rakirin nexweşxanê. Hat diyar kirin ku nexweşxanê rapor nedan girtiyan û Duman ji malbata xwe re got ku dê serlêdana sûc li Wezareta Tendirustiyê bikin. Mafê hevdîtina vekirî ya Duman hat sînordar kirin.