ENQERE - Bi hinceta parvekirinên medyaya civakî serê sibê li Enqerê operasyona binçavkirinê pêk hat. Di operasyonê de xebatkarê Buraya Karên Derve yê HDP’ê Evren Çevîk hat binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bi hinceta parvekirinên medyaya civakî têkildarî 10 kesan biryara binçavkirinê da. Serê sibê polîsan bi ser malan de girtin û xebatkarê Buraya Karên Derve yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Evren Çevîk binçav kirin. Hat zanîn ku bi hinceta “Parvekirinên medyaya civakî ku propagandaya rêxistinê kirin e” polîs li gelek kesan digerin.
Hat diyar kirin ku piştî lêgerîna malê, Evren birin Midûryeta Polîsan û di heman operasyonê de biryara binçavkirina 9 kesan jî hat dayîn.