KIRMANŞAH - Hejmara kesên di erdheja bajarê Kirmaşanê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 207 kesan. Kesên birîndar bûn jî gihişt 700 kesan. Ji ber bîlançoya giran a Kirmaşanê waliyê parêzgeha Kirmaşanê 3 rojan şîn îlan kir.
Rayedarên Kirmanşanê, der barê encama kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane diyar kirin ku heya niha di encama erdheja şevê din pêk hatî de 207 kesan li parêzgeha Kirmaşanê jiyana xwe ji dest dane û hezar û 700 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku li Ser Pêl Zehaw 142 cenaze, li Îslam Abadî Xerb 22 cenaze , li Selam û Bawecanî 15 cenaze, li Kerendî Xerb 14 cenaze û li Qesra Şirîn 14 cenaze hatine dîtin.
Waliyê Kirmaşanê jî diyar kir ku ji ber qurbanî zêdene 3 rojan şîna giştî îlan dikin.