AMED - Heyeta zanayan a ji 9 kesan pêk tê, dîmenên kuştina 5 sivîlên bi maşîna zirxî ya polîsan hatin qetilkirin bi dest nexist. Heyetê diyar kirin ku dimenên beriya qezayê heye, lê dîmenên dema qezayê tune ye.
Di 20'ê Hezîranê de li herêma gundê Fîsê ya navçeya Licê ya Amedê, maşîneya zirxî ya polîsên tevgera taybet a plakeya wê 72 A 0423 ya Kobra li Maşina sivîlan a plakeya wê 21 DH 918 qeliand û 5 welatî qetilkiribûn. 5 jî polîs jî birîndar bûbûn. Lêpirsîna der barê qezayê de, hin tiştên nû derxistin holê. Di bûyerê de Mahmut Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fîkrî Demîrbaş (53) û dayika wî Zeynep Demîrbaş jiyana xwe ji dest dabûn. Welatiyên hatin kuştin tev xizmên hevbûn. Serdozgerê Komarê yê Licê, der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û ajokare maşîneya zirxî N.U. yê di Miduryeta Polîsan a Êlihê de dixebite, wekî "Bi baldarî bûye sedema mirinan" da nîşan. Di çarçoveya lêpirsînê de qaşo îfadeya wî hat girtin û bi şertê "Kontrola edlî" serbest berda. Heyeta zanayan ku ji 9 kesan pêk tê jî rapor amade kirin û diyar kirin ku kamera xerabe ye û dîmenên wê kêlitiyê xuya nake. Heyetê xwest kamerayê ji serwîsa ku maşîne îmalat kiriye re bişînin.
POLÎS PARAST KU KAMERA BI RÊK Û PÊK NAXEBITE
Ajokarê maşîna zirxî N.U. di îfadeya xwe ya daye dozgeriyê de got "Roja bûyerê em li gundê Guçluyê li herêma wekî YKN 8 tê zanîn li ser peywirê bûn. Em li maşîneyê sîwar bûn û ber bi herêma Dakyanusê ve ketin rê û li îstasyona petrolê rawesiyan. Piştî bêhnstandinê em ber bi Licê ve ketin rê. Dema em ji rêya Kayacikê derbas bûn, maşîneyek bi leza 50-60 kîlometreyî ket şirîda min. Aliyê maşîneya me ya çepê û aliyê çeyê yê maşîna li hemberî me dihat li hev ket. Lê min fêm nekir maşîneya sivîl çawa ket binê kobrayê û em çawa li hev ketin min fêm nekir. Piştî maşîne ket binê kobrayê, her du maşîne bi hev re şiqitîn. Em jî pekyan qeraxê rê. Di vê demê de kameraya di kuleyê de venekirî bû. Kameraya kuleyê 24 saetan bi rêk û pêk naxebite."
4 polîsên di heman maşîneyê de jî wekî "muştekî" îfade dan cendirmeyan, der barê qezayê de hemûyan jî wekî hev îfade da û aşkera kirin ku ew dozdarê kesî nînin.
YÊ MIRÎ DI DERECEYA YEKEM DE 'SÛCDAR E'
Di rapora cendirmeyan a bi sernavê "girteka diyarkirî ya qezayê" de, ajokarê maşîneya sivîl Fîkrî Demîrbaş di "dereceya yekemîn de sûcdar e" dan nîşan, ajokarê maşîneya zirxî N.U. jî ji ber gelekî bi lez maşîne ajotiye û li gorî pergala trafîkê tevnegeriyaya ye, di "dereceya duyemîn de bi qisûr e" da nîşan.
Parêzerê malbatê serî li Serdozgerê Komarê yê Licê dan û rapora ku cendirmeyan amade kiriye itiraz kirin. Parêzeran da zanîn ku girtek ji derveyê rastiyê hatiye amadekirin û polîsan çawa xwestiye wisa hatiye amadekirin û ev jî wekî parastina polîsan pênase kir. Parêzeran xwest lêpirsîn hêj zêdetir bê berfireh kirin û xwestin ku ev daxwaza wan bê qebûlkirin. Parêzeran xwest heyeta zanayan a ji 3 kesan pêk tê li cihê bûyerê lêkolîn bikin û rapor amade bikin. Di qeydan de hatibû diyar kirin ku dimenên dema buyerê tune ye. Parezeran xwestibû qeydên kamera yên dema bûyerê bê dîtin û li gorî wê lêkolîn bê kirin.
CÎHAZ DI MAŞÎNEYEK DIN DE DIXEBITE!
Heyeta zanayan rapor amade kir û li gorî rapora zanayan, hat diyar kirin ku di dîska hardê de daneyên jê hatine birin dîsa paşve hatine kişandin. Li gorî daneyên meta û analîzên dijital 8 rûpel rapor hatiye amadekirin. Di raporê de hat diyar kirin ku li pêş, pişt û kulahê çekê yê maşîna zirxî bi giştî 3 kamera hene û wiha hat gotin: "Di hevdîtinên bi midûriyeta polîsan û fîrmaya OTOKAR a maşîna zirxî ava kiriye re hevditin hatiye kirin. Li gorî hevdîtinan, dema kontaxa maşîneyê vedibe, kameraya pêş û paş dikeve qeydê. Kameraya ser kulahê çekê jî ji aliyê kesê çekê bikar tine çalak dibe û dikeve qeydê. Di analîzên paşvekişandina Hard diskê de jî hat diyar kirin ku her çend kamera dîmen negire jî bi rêk û pêk 10 deqîqe navber navber dosyayan çêdike. Li gorî fîrmaya Otakarê jî dema kamera qeydan negire dosya çênabin. Hat diyar kirin ku dema kontaxa maşînê vekirî be ji her 10 daqîqeyan dosyayek dîmenan ava dike. Bi hevdîtinên dozgerê komarê yê lêpirsînê dike de jî hat diyar kirin ku dema cîhazê maşîna ku qeza kir, dixe maşineyek din, cîhaz dema maşîne dixebite ew jî dikeve qeydê û dîmen qeyd dike.
Heyetê da zanîn ku li gorî analîzan û paşvekişandina qeydan rastî dîmene dema bûyerê nehatine. Heyetê parast ku dibe cîhaza heydê bi arize be. Heyetê di encamê de wiha got: “Li gorî imaja ku me wergirt, hemû deta û dosya tev paşve hatine kişandin. Li ser hemû dosya xebat hatiye kirin. li gorî vê yekê li ser hemû daneyên dîskê yên paşve hatine kişandin lêkolîn hatiye kirin. Lê rastî dîmenê dema bûyerê nehatiye. Dîsa li gorî lêkolînê cîhaza li ser maşînê di şertên asayî de cîhaza qeydê nexebitey dibe ku cîhaza qeydê xerabe be. Ji ber vê yekê divê cîhaz ji aliyê fîrmaya erkdar ve bê lêkolînkirin rapor bê amadekirin."
Li ser vê yeke dozgerê lêpirsînê dimeşîne cîhazê maşînê ji bo rapor bê amadekirin şandin ji fîrmaya eleqeder re.
DI SALEK DAWÎ DE 29 SIVÎL BI MAŞÎNÊ POLÎSAN HATIN KUŞTIN
Parêzer Gulşen Ozbek bertek nîşanî vê helwesta heyetê da û wiha got: "Li bajarê herêmê piştî sala 2015'an polîtîkayên ewlehiyê xistine meriyetê. Ji ber van polîtîkayan bi sedan maşîneyên sirxî yên giran û bi hezaran leşker xistine nava bajaran. Azadiya mafan a bingehîn ji holê hatiye rakirin. Mafê jiyanê ji destê mirovan tê girtin. Li bajarên ku kurd zêde lê dijin di salek dawi de 29 sivîl bi maşîneyên zirxî hatin kuştin. Sûcê şer ê li Kurdistanê ji ber polîtîkayên bêcezakirinê berdewam dike. Berê jî bersûc nedihatin cezakirin. Wekî qezayek ji rêzê be nêzîk dibin. Lê ne wisa ye. Em nikarin vê wekî qezayek ji rêzê bigirin dest. Ev encama polîtîkayên şer ên li Kurdistanê xistine meriyetê ye."
‘JI BO DELÎM NEHATIN KOMKIRIN ME DOZ VEKIR'
Ozbek, anî ziman ku di bûyera Lîcê ku 5 kesan jiyana xwe ji dest da ji destpêkê heta dawî lêpirsînek bi bandor û çalak nehat neşandin û wiha got: "Tevî hemû hewldanên me delîl nehatin komkirin û lêpirsînek baş nehat meşandin. "Ji bo lêkolîn, lêpirsîn û komkirina delîlan me serî li gelek rayedar û erkdaran da. Lê di encamê de em dibînin ku delîl nehatiye komkirin. Em bi xwe çûn cihê bûyerê û me bi xwe delîl kom kirin. Dema em li dosyaya lêpirsînê dinerin jî em dibînin ku hin delîl hatine berovajîkirin. Di bûyerê de maşîna sirxî bi lez diçe. Ji şerîda xwe derdikeve û dikeve şerîda maşina hemberê û li maşîna hemberê dixelibîne. Lê di girtekê de wekî ku maşîna sivîl ketibe şerîda wan û qeza pêk hatibe. Rastî hatiye berovajîkirin. Delîlên ku me bi xwe kom kirine û me qeyd kirine wekî delîl nehatin qebûlkirin. Ji ber vê yekê me doza tespîtkirina delîlan li Dadgeha Asliye Hukukê ya Lêcê vekir.
‘KÊSAN ZANA RAST NABÊJIN'
Ozbek, bal kişan ser rapora kesên zana ya der barê dîmenên qeydê jî û wiha bi dawî kir: "Heyeda zanayan diyar dikin ku hemû qeydên kamerayê paşve kişandine, lê dîmenên dema bûyerê nedîtine. Ev qet baweriyê nade me. Niha dibêjin maşîne ji 10 deqîqeyan carekê dosyayekê ava dike. Ew valahî jî hatiye dema bûyerê. Lê dîmenên dosyayê hev temam nakin. Zincîrê ava nakin. Em dibînin ku delîlên kamerayê vedişêrin. Ji bilî delîlên dimenan delîlên din ên rastiyê ronî bikin jî hene. Ger ku dîmen hatibe jêkirin em dê serî li riyên ihqûqî bidin."
MA / Deniz Tekin - Devran Toptaş