MÊRSÎN - Xwendekarên Zaningeha Mêrsîne ku Fabrîqeya Şano ya Mêrsînê ava kirine, 2 lîstikên nû amade kirin û derxistin ser dikê.
Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê ku di sala 2008'an de bi armanca hunera alternatif pêş bixin Fabriqeya Şanoya Mersinê ava kirin 2 lîstikên nû amade kirin. Lîstikvanên Şanoyê diyar kirin ku tevi hemû astengî u zahmetiyan hilberîna xwe berdewam dikin. Sazumankarê koma Şanoyê Volkan Gunerî diyar kir ku heta niha wan gelek lîstik amade kirine û wiha got: "Lîsikên me yên "Kafede Şamaroglu", "Lubnan Salaşk" rastî eleqeyek mezin hatin. Niha em em lîstikên xwe li dervê bajar didin temaşekirin. Em armanc dikin ku li Mêrsînê hunerê pêş bixin û belav bikin. Niha em bi lîstikên kargeriyê yên wekî "Îdama Nepêkan a Cani Ryne" û "Jina min bû mêrê min (Karım Kocam Oldu) derdikevin ser dikê. "