KIRMANŞAH - Di erdheja ku li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê pêk hat de, li Qesra Şirîn 30 kesan li Kirmanşahê jî 164 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Şevê din bajarê Rojhilatê Kurdistanê Kirmaşan bi hêza 7.3 pêlan hejiya. Li gorî daneyên herî dawî hatine dayîn di erdhejê de 164 kesan li Kirmaşanê jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber erdheja şevê din a li gelek barajên Kurdistanê hatî hîskirin li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê 164 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 684 kes jî birîdar bûn.
Erdgeja ku şevêdin saet di 21.18’an de li Silêmaniyê pêk hat, li rojhilatê Kurdistanê ziyanek mezin pêk anî. Li gorî agahiyên ku cîgirê waliyê Kirmanşanê dane, li navçeya Qesra Şirîn a Kirmanşanê 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên Qesra Şirîn û Kirmanşanê. Di erdhejê de di dibistanên bajarên Seqiz û Merîvan ên girêdayî Eyaleta Sinê de ziyanek mezin pêk hat.
Di encama erdheja bi dijwariya 7.2 li parêzgeha Silêmaniyê rû da de li bajarê Qesri Şîrîn ya ser bi parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li parêzgeha Kirmaşan, Sine û Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê jî erdhej hatiye hîs kirin. Saziya Lêkolııneen Jeolojîk ya Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (USGC) ragihand ku erdheja navend Silêmaniyê bi dijwariya 7.2 pêk hatiye. Lê USGC paşê daxuyaniyeke duyemîn da û dijwariya 7.3 ragihand. Hate gotin ku navenda erdhejê 103 kîlometre dûrî Silêmaniyê bûye, her wisa 32 kîlometre jî dûrî Helebceyê pêk hatiye. Erdhej li bajarên Bakurê Kurdistanê Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Meletî, Amed, Wan û gelek bajarên din hatiye hîs kirin.
Piştî erdheja dijwar a Silêmaniyê gelek welatî malên xwe terk kirin, tevgera ambûlansan li bajêr heye û di hindek avahiyan de jî derizîn çêbûye. Li navçeya Xurmal a ser bi Helebceyê hinek welatî birîndar bûne. Erdhej li Silêmaniyê û Bexdayê 7.2, li Kerkûkê 5.6, li Hewlêrê 4.5 pêk hat.