SILÊMANÎ - Li Silêmaniyê erdhejek mezin pêk hat. Li gorî pîvanan hêza erdhejê 7.3 pêl pêk hat. Li gorî agahiyan kesekî jiyana xwe ji dest da û bi dehan mal jî xera bûn.
Li bajarê Silêmaniyê saet li dora 21.20'an de erdheja hêza wê 7.3. pêl pêk hat. Erdheja ku navenda wê li Slêmani yê bû li Amed, Wan û gelek bajarên din jî hat hiskirin.
Li gorî pîvanên Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê û Resatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî saet di 21:18'an de di kûrahiya 11.7'an de bi hêza 7.1 pêl li navenda Sûleymaniye Erdej pêk hat.
Li gorî agahiyên Mirrorê erdhej li Bajarê Silamiyê di kurahiya 34 kilometre zike erdê de li ser qada 103 kilometre firehiyê bi hêza 7.3 pêl pêk hatiye. Erdhej li Tirkiye, Sûriye, Iran, Kuveyt, Welatên Ereb en Yekbûyî jî hat hîskirin.
erdheja navend Silêmanî ya 7.2 de li gorî agahiyên ne fermî, li Şarezûrê kesek jiyana xwe ji dest daye, li Derbendîxanê jî 50 kes rakirine nexweşxaneyan.
KESEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Hate ragihandin ku li navçeya Silêmaniyê Şarezûrê kesek jiyana xwe ji dest daye, li Derbendîxanê jî gelek mal xirabûne û hate gotin ku malbatek dibin xirbeyan de maye. Her wisa li gorî hêjmareke ne fermî ya Derbendîxanê, 50 kes rakirine nexweşxaneyan. Hate gotin ku li navçeya Xaneqîn a ser bi Diyalayê jî gelek kes birîndar bûne. Li Xurmala Helebceyê jî gelek kes birîndar bûne.
Li Hewlêr, Dihok û Kerkûkê ti windahiyeke canî çênebûye. Li navenda Silêmaniyê jî hîn ti daxuyaniyeke fermî ne hatiye dayîn. Li Şengal û Mexmûrê jî erdhej hate hîskirin lê, ti wendahiyeke canî çênebûye.
Li Rojhilatê Kurdistanê û sinorê Başûrê Kurdistanê navend Silêmanî erdhejeke bi dijwariya 7.2 pêk hat. Erdheja ku di 21:18’an de ku li gelek bajarên Silêmaniyê , Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê, her wisa li gelek bajarên Iraqê jî hate hîs kirin.
Erdheja bi dijwariya 7.2 li Bajarê Silêmanî û navçeyên wê, Helebce, Kerkûk, Dihok û navçey’en wê, Hewlêr û navçeyên wê hate hîs kirin.
Li Rojhilat jî li parêzgeha Kirmaşan, Sine û Urmiyê û gelek navendên wê, li Rojava jî li Kantona Cizîrê û gelek herêmên ser bi wê hate hîs kirin.
Her wisa erdhej li bajarên Bakurê Kurdistanê Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Meletî, Amed, Wan û gelek bajarên din hatiye hîs kirin.
Piştî erdheja dijwar a Silêmaniyê gelek welatî malên xwe terk kirin, tevgera ambûlansan li bajêr heye û di hindek avahiyan de jî derizîn çêbûye.
Di erdhejê de heya niha ti wendahiyeke canî çênebûye lê, li navçeya Xurmal a ser bi Helebceyê hinek welatî birîndar bûne.
Erdhej li Silêmaniyê û Bexdayê 7.2, li Kerkûkê 5.6, li Hewlêrê 4.5 pêk hat.