NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Aksuyê kesê bi navê Goksel Akşeker lêxst du zarokên xwe yên keç ên 3 û 5 salî qetil kir û dawî li jiyana xwe anî.
Li navçeya Aksuyê ya Antalyayê di malekê de cenazeyê du jê zarok 3 kesan hat dîtin. Hat diyarkirin ku kesê bi navê Goksel Akşeker piştî her du keçên xwe yên 3 û 5 salî kuşt, dawî li jiyana xwe anî. Li gorî agahiyan vî kesî berî demekî hevjîna xwe jî birîndar kiriye û derketiye şibekeya avahiya 11 qatî û xwestiye întixar bike.
PIŞTÎ AGAHÎ JI WAN NEGIRTIN
Bûyer li taxa Sogucaksu ya navçeya Aksuya Antalyayê qewimî. Li gorî agahiyan demek dirêj cîranê wan agahî ji malbatê negirtine û çûne malê. Welatiyên taxê piştî li derî xistin û kesî derî venekir, bangî polîsan kirin. Polîsên hatin cihê bûyerê, ketin malê û rastî cenazeyê Akşeker û her du zarokên wî hatin. Hat gotin ku di laşê wan de şopên guleyan hene. Cenazeyên Akşeker û zarokên wî rakirin morgê, der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.