RIHA – Navenda parestgehê ya Xirabreşkê xwedî dîrokek bi hezaran salan e û ji ber vê kevneşopiya xwe dîroka mirovahiyê ji nûve da nivîsandin. Parestgeh di bin navê "Parastinê" de ji sala 2016'an vir ve ji serlêdanan re hatiye girtin.
Parestgeha Xirabreşkê ya li Rihayê ye, dîroka wê heta 11 hezar 500 sal Berî Zayînê diçe, 7 hear sal berî Stonehenge ya li Îngiltereyê û 7 hezar 500 sal jî berî pîramîtên Misrê hatiye çêkirin û wekî cihê ol perestiyê yê herî kev ê cîhanê tê dîtin. Ev herêma dîrokî ji sala 2016'an vir ve di bin navê înşaetê de ji serlêdanan re hatiye girtin û projeya wê bi tu awayî naqede.
SERDEMEK DÎSA DERBAS BÛ
Şûnwarê dîrokî Xirabreşkê di bin navê projeya sîwanî ya parastinê de di Nîsana 2016'an de hildan bin ewlehiyê, hat gotin ku dê ev xebat di navbera 13'ê Hezîranê û 31'ê Kanûna 2016'an de bi dawî bibe, lê hêj bi dawî nebûye. Wezîrê Tûrîzm û Çandê Nabî Avci di serdaneke xwe ya li Rihaye de diyar kiribû ku dê ji bo parastina berhemên dîrokî sîwanek bê avakirin, dê ev proje jî di navbera mehên Gulan û Hezîranê yên 2017'an de bi dawî bibe. Lê her dem dîroka vekirinê paşve hat xistin û her dem ji serlêdanan re girtî ye.
17 MEH DERBAS BÛ HÊJ GIRTÎ YE
Piştî arkologê alman û Serokê Kolandina Xirabreşkê Klaus Scmid jiyana xwe ji dest da, xebatên li Xirabreşkê ev 17 meh in rawestiya ne.
Midurê Muzeya Rihayê û Serokê Kolandinê yê berê Muslum Ercan di çarçoveya "Lêpirsîna Cemaetê" de ji peywirê hat girtin. Piştre xwediyê fîrmaya ku sîwana herêmê ava dikir, ji doza "Cemaeta Gulen" hat girtin û vekirina parestgehê dereng ma.
RÊVEBERIYA XIRABREŞKÊ
Xirabreşk qasî 20 kîlometreyî dikeve bakur rojhilatê Rihayê, li taxa Xirabreşkê li qada 300 metre firehî û 15 mereyî bilind cih digire, di sala 1995'an de di serokatiya Muzeya Rihayê û Prof. Dr. Klaus Schmîdt de kolandina wê dest pê kir. Di sala 2007'an de Klaus Schmîdt bû serokê lêkolînê. Di nav vê demê de li Xirabreşkê 20 parstgehên din hatin derxistin, hêj 6 parestgeh di bin axê de ne.
Roja ku lêkolînê dest pê kir heta niha, gelek caran berhemên dîrokî hatin dizîn, hin deman jî di nin navê "Lêpirsîna Cemaetê" de kes ji peywirê hatin dûrxistin, piştî biryara avakirina sîwanê jî derb li ser derbê li parestgehê hat xistin.
Di sala 2010'an de li herêma lêkolînê peykerekî 40 santêmî bilind, 25-30 kîloyî giran ê bi keviran hatiye çêkirin û li ser peykerê şeklên ajalan ku serê peyker serê mirovan bû hatibû dîtin, lê piştî du rojan peyker li qadê hatibû dizîn.
DÎROKA VEKIRINÊ NE DIYAR E
Der barê xebatan de me bi Serokê Lêkolîna Xirabreşkê Ferhat Karagoz re axivî, Karagoz got ku "Ev qan de qadeke normal a înşaetê nîne" û ev tişt got: "Ev qadek arkeolojîk e. Gotineke wekî dê di vê dîrokê de biqede şaş e. Ji ber ku di dema xebatê de tiştên nû tên dîtin. Ji bo zerarê nebînin, tevdîrên nû tên girtin. Dawiya dawî di vê qadê de bermahî hene. Ji ber wê dîrokek diyarkirin şaş e."