ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça hatiye destpêkirin, dewam dike û di êrîşa îro de 7 kes hatin binçavkirin.
Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên di çarçoveya Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) ji kar hatin avêtin, ji bo vegerin karê xwe 249 roi e di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a kedkarên cemaweriyê jî 369 roj e dewam dike û Çalakvanan xwest li Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Çalakvanan xwest li ber Abîdeya Mafê Jiyanê daxuyaniyê bidin û balê bikişînin ser rewşa Gulmen û Ozakça, polîsan êrîşê çalakvanan kir û 7 kes binçav kirin.