MÊRDÎN - Rapora xebatên sala 2016'an a ku ji hêla qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Musafa Yaman ve hat amadekirin, di beşa mîsyonê ya saziyê de pênaseya "Divê derfetên jiyana xwerêveberina cewherî û azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk, bê dayîn" ji sîteyê rakir.
Qeyûmê tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin Mustafa Yaman, rapora xebatên sala 2016'an amade kir û di beşa mîsyonên saziyê ya şaredariyê de diyar kir ku dê derfetên hişmendiya "Rêveberiyên cewherî" bên dayîn, ji sîteyê rakir.
Piştî ajansa me nûçeya wê çêkir û şûn de rakirina ji sîteyê balkêşe. Di beşa mîsyona di destpêka raporê de hat nivîsandin wihaye: "Ji bo kesên li bajarê me dijîn di nava plansaziyeke bi qalîte û li gorî şertên derdorê xizmetek bê dayîn, divê derfetên hişmendiyeke xwerêveberiyên cewherî, azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk bê dayîn.”
HIN BEŞÊN HEMAN MIJARÊ ÎFADE DIKIN DI SÎTEYÊ DE YE
Di heman demê de di beşa Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ên di sîteyê de heman îfade hene û balkêşek ku ew madde hîna ji sîteyê nehatine derxistin. Di danasîna beşa nasandina erkan de behsa demokratîk, ekolojîk, wekheviya zayendî û feraseta azadiya jinê tê kirin. Di beşên ku mijara gotinê ye de ev made cih digirin: “
*Wekheviya jin û zilam yek ji mafêm bingehîne, di hemû qadên berpirsiyar de li dijî hemû bêmafiyan erkê digire ser xwe.
* Di perspektîfa wekheviya zayendiya civakî, hemû planên şaredariyê, proje û xebatên wê de wekheviya jin û zilam tê esas girtin.
*Butçeya şaredariyê li gorî wekheviya zayendiya civakî tê amadekirin û armanc dike ku lêçûn û dahatûyên heyî li gorî wekheviya zayendî amade bike. Di vê çarçoveyê de Komîsyona Wekhev a Jin- Zilam bi koordînelî tevdigerin, rapor amade dikin û têkildarî rapora amade kirîn nêrîn û bawerî nîşan didin.