EDENE / QERS - Di serdagirtina malê ya li Edeneyê de endamê HDP'ê Sînan Kizildere û hevjîna wî hatin binçavkirin. Li Qersê jî berî 6 rojan 7 xwendekar hatibûn binçavkirin, malbat û parêzer nikarin wan bibînin.
Endmê HDP'ê Sînan Kizildere yê li taxa Gulbahçe ya Senhaya Endeneyê rûdinê, di serdagirtina malê de hat binçavkirin. Hat gotin ku piştî lêgerîna li malê, hevjîna Kizildere Ayşe Kizildere jî hatiye binçavkirin. Hevjînên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, piştî kontrola tenduristiyê ew birin Miduryeta Polîsan a Edeneyê.
MALBAT NIKARIN ZAROKÊN XWE BIBÎNIN
Xwendekarên li Zanîngeha Kafkasê ya Qersê dixwînin, di 7'ê Mijdarê de di serdagirtina malê de 7 xwendekar hatibûn binçavkirin. Hat diyarkirin ku di dema binçavkirinê de xwendekarê bi navê Hatîp Varkan, Mevlan Aktekîn, Tansu Ozbey, Yusuf Aktar, Muslum Aslan, Zehra Alaserhad û Ramazan Altun hatine derbkirin. Hat gotin xwendekar ji ber ku tev li daxuyaniya çapemeniyê bûne hatine binçavkirin. 7 xwendekaren birin Miduryeta Polîsan a Bajêr, 6 rojin nahêlin bi malbat û parêzeran re hevdîtinê pêk bînin.
Dê kêngê xwendekaran derxin dozgeriyê hêj ne diyar e.