ŞIRNEX - Feyzullah Kabul ê 4 salî yê ket çalika şaredariya şirnexê vekirî, jiyana xwe ji dest da.
Li ser Cadeya 21 a Taxa Vakifkent a Şirnexê, şaredariyê ji bo kanalîzasyonê çalik vekir. Zarokê binavê Feyzullah Kabul ê 4 salî ku ket çalikê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, Kabul di saetên şevê de gava bi hevalên xwe re dilîst, ket çalika 4 rojin vekirî de. Li ser vê yekê hevalên Kabul agajî dan malbatê. Ekîbên AFAD’ê yên hatin cihê bûyerê, Kabul ji çalê derxistin. Kabul ê bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Kabul ê rakirin beşa lezgîn, di saetên şevê de li gel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.
Şaredariya ku 4 rojan çalik vekirî, heya niha tu derdora çalikê şerîda ewlekariyê nehatiye danîhn