COLEMÊRG – Şaredariyê ji bo cenazeyê Nazli Akdogan ku li Şemzînanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da wesayîta cenazeyan neda û her wiha tîmên taybet jî nehiştin cenaze têkeve mizgeftê. Polîsên ku gotin “Hûn hemû ermenî ne” nehiştin wecîbeyên olî bi cih bên û xwestin di nav 5 deqîqeyan de cenaze bê definkirin.
Cenazeyê Nazli Akdogan ku di 2’yê Mijdarê de li Şemzînanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve bi zor û heft bela hat definkirin. Malbatê di 10’ê Mijdarê de cenazeyê Nazli Akdoganê ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirt û heta cenaze anîn Geverê bi heqaretan re rû bi rû man. Şaredariyê ji bo cenaze wesayîta cenaze tahsîs nekir û her wiha destûr nehat dayîn ku cenaze li mizgeftê bê şûştin.
NEHIŞTIN CENAZE BÊ ŞÛŞTIN
Ji bo kolandina gorê ji şaredariyê kemçe hat xwestin, lê belê şaredariyê kemçe neda û her wiha tîmên taybet jî nehiştin ku cenaze li mizgefta taxê bê şûştin. Malbat ji bo şûştina cenaze çû nexweşxaneyê, lê belê li vir jî tîmên taybet astengî derxistin. Li ser israrên malbatê rayedarên nexweşxaneyê ketin dewrê û destûra şûştina cenaze dan. Dema ji bo definkirina cenaze ber bi goristana li Taxa Ormanê ve cenaze dihat rêkirin, wesayît di nîvê rê de hat sekinandin û cenaze li wesayîteke din hat siwarkirin.
ŞAREDARIYÊ KEMÇE NEDA
Piştî ku ji bo kolandina gorê şaredariyê kemçe neda, malbatê bi bêr û biviran gor koland. Dema cenaze anîn goristanê bi dehan wesayîtên zirxî jî pê re hatin. Dema malbatê gor dikoland polîsên taybet mudaxileyî wan kir û gef li wan xwarin da gor fireh neyê kolandin. Dema cenaza anîn goristanê polîsên taybet wiha gotin: “Tenê wê 4 kes defin bikin, heke hûn 5 kes bin em ê destûrê nedin.” Polîsên taybet ji bo merasîma cenaze tenê 5 deqîqeyan destûra malbatê da. Di dema definkirinê de polîsan got “Jixwe hûn ermenî ne” û nehiştin wecîbeyên olî bi cih bên. Polîsên ku destûra merasîmê nedan, 4 kesên ku cenaze defin kirin jî bi darê zorê ji goristanê derxistin.
Dayik Makbûle Akdogan, got ku tişta anîn serê wan tarîfeya wê tune ye. Akdogan, got ku piştî definkirinê bi rojekê bi endîşeya ku dê cenaze bê dizîn ew hatiye goristanê û serdana keça xwe kiriye. Dayik Akdogan wiha got: “Ancax roja dinê min karibû Fatîheyê ji keça xwe re bixwînim. Êrîşî gora keça min jî kirine. Êdî tarîfa van tiştan tune ye.”